Rûyên desthilatdariya Tirkan

  • Dema êrîşî Efrîn, Serêkanî û Girê Spîyê kirin, di nod hezar camiyan de bi hev re dest bi diaya fethê kirin. Dema Serokê Şaredariya Qersê ji peywirê hat girtin û walî wekî qeyûm tayîn kirin jî qeyûmê desthilatdariyê berê li ber deriyê şaredariyê diaya fethê xwend û paşê derbasî hundir bû. Ev hemû nîşaneyên vê hişmendiyê ne.

 

 

DIMITAR DILKOFF / AFP

MUSA ŞANAK*

 

 

Carl G. Jung dibêje çawa ku binhişa mirovan heye a civakan jî heye ku jê re dibêje binhişa kolektîf. Dema li hin rewşên Tirkîtiya nijadperst dinêrim, xwe bi xwe dibêm: “Di bingeha vê ecêbtiya han de bîr û binhişiyeka çawa heye?” Wekî mînak; dema Tirkên nijadperest rastî tûrîstekî ingilîzaxêv tên, lê dibin heyran û dikin ku xwe bikin ax û raxînin binê lingên wî. Lê dema rastî ciwanekî ku di telefonê da bi diya xwe re bi Kurdî diaxive tên, har dibin û wî lînc dikin.

Berî bi salan li Stenbolê zarokekî du sal û nîvî yê bi navê Azad tevî diya xwe hatibû binçavkirin. Di binçavan da êşkence lê kiribûn. Piştî ku diya wî hatibû girtin, ew jê hatibû stendin. Dayika wî anîbûn Tîpa Taybet a Gebzeyê û Azad jî radestî “Şirinevler Çocuk Esirgeme Kurumu (Sazîya Xwedîkirina Zarokan a Şîrînevlerê)” kiribûn. Ew bi qasî mehekê li wir ma. Li ser hewildan û serîlêdanên parêzeran dadgehê biryar stendibû ku wî bidin cem diya wî. Dema anîn Gebzeyê Azad bi rojan ji her kesî direviya. Kê navê wî jê bipirsiya, bi tirs jê dûr diket û xwe diavêt paş diya xwe. Paşê em hîn bûn ku li saziya xwedîkirinê kê ew dîtiye navê wî jê pirsiye û dema ku wî jî gotiye “Azad”, wan li wî xistiye. Ji ber wan lêdanan heya demekê wî nediwêrî navê xwe ji kesî re bibêje. Gelo ev dijminatiya li hember navekî bi Kurdî, ya ku bûbû zilm û lêdan û bi ser vî zarokê biçûk û bêguneh de bariyabû ji bîr û binhişekî çawa avzê bûbû?

Her roj em rastî mînakên cûrbicûr ên bi vî rengî tên. Herî dawî [Berî du salan, nîşeya edîtor] piştî ku li daristanan şewat derketin, Tirkên nijadperest derketin nêçîra Kurdan, li hin taxan rê birîn û nasnameyên mirovan kontrol kirin. Di nûçeyên televîzyonan de bi rojan dîmenên şewatên daristanan ên li bajarên wekî Mûxla, Antalya, Adana, Hatay, Osmaniye û hwd. dihatin nîşandan û dihat gotin ku li seranserê Tirkiyeyê bi sedan şewat derketine. Di nav wan bajaran de ku lê şewat derketine navê Dêrsim, Çewlîg, Sêrt û Amedê jî derbas dibûn. Ji bo vemirandina şewatên li herêma Behraspî seferberiyek dabûn destpêkirin. Helîkopter, balafir, tîmên agirkujiyê û bi hezaran xebatkarên daristanan xistibûn nava tevgerê. Li her derê komên dilxwaz xwe digihandin hewara wir. Hikimet û mixalefet bûbûn yek û hemû derfetên xwe xistibûn dewrê. Lê wan qenalên televîzyonê yên neteweyî ne dîmenekê ji şewatên li Kurdistanê nîşan dan ne jî bi çend gotinan ev anîn rojevê. Lewra wan bi xwe jî dizanî ku kê agir bi daristanên li Dêrsim, Çewlig û Amedê xistiye. Li Kurdistanê destûr nedihat dayîn ku gel bi xwe jî biçe şewatan vemirîne. Gelo di bingeha vê cudakarîyê de bîr û binhişiyeka çawa hebû?

Li Tirkiyeyê her roj çend jin ji aliyê mêran ve tên kuştin. Gelo di bingeha vê qirkirinê de bîr û binhişiyeka çawa heye?

Tirkîtî, dewlet û desthilatdarî çanda çîna serdest a Tirkan e. Nijadperestî û olperestî jî hişmendiya vê çînê ne. Rewş û taybetiyên ku em dê behsa wan bikin jî aîdî vê çînê ne. Çîna bindest a Tirkan a ku di domahiya dîrokê de wekî Tirkmen hatiye navandin jî tim bûye mexdûrê vê hişmendiya serdest û dem dem jî li hember wê serî rakiriye. Serhildan û têkoşînên Baba Îlyas û Şêx Bedredînan, serhildanên Celaliyan mînakên vê yekê ne.

Gelo ew bîr û binhişiya kolektîf a Tirkîtiyê ya ku wekî gen rengê xwe daye şaneya bingehîn a dewlet û desthilatdariyê bîr û binhişiyek çawa ye; rê li ber hişmendiyeke çawa vekiriye?

Dewlet û desthilatdariya Tirkan wekî pergal kengê hatiye avakirin? Di bin bandora kîjan şaristaniyan de hatiye bipêşxistin? Bi demê re çawa guheriye?

 

Bi avakirina netewe-dewletê re 

Ez dê bi qasî têgihiştina xwe çend taybetiyên sereke yên dewlet û desthilatdariya Tirkan xal bi xal rêz bikim û bi vî awayî bersiveke gelemperî bidim van pirsên jorê.

1. Bîr û binhişiyeke kolektîf di domahiya dîrokeke dûrûdirêj de derdikeve holê. Di vê wateyê da wekî pergal, dîroka dewlet û desthilatdariya Tirkan jî digihêje çend sedsal Berî Zayînê. Ew di merheleya dawîn a qebîletiyê de hîyerarşiyekê ava dikin. Mîrîtiya wan a yekem jî li ser vê bingehê hatiye înşakirin. Serdestên Tirkan di vê serdemê de totemên qebîletiyê û têgîn û fîgurên şamaniyê ji xwe ra kirine pût. 

Ev hiyerarşî û mîrîtî destpêk û bingeha dewlet û desthilatdariya Tirkan pêk tînin û wisa xuya ye ku di bin bandora şaristaniya Çîniyan da hatiye avakirin. Jê û pê de heta îro jî di bin bandora Îranî, Hindî, Ebasî, Romayî Misrî û dewletên mêtinger ên Ewrûpayî de hebûna xwe domandiye; her yekî hin tişt wergirtine û xwe dagerandiye forma netewe-dewletê. Di heyama împaratorîyê da çînên serdest ên qewîm û gelên din ên di nav sînorên împaratoriyê de bi nasnameya xwe ya çandî di nava pergalê de cih digirin. Lê bi avakirina netewe-dewletê re ev yek guheriye û Tirkbûn li wan hatiye ferzkirin.

Di domahiya dîrokê de tişta guheriye bi giranî dirûv e. Lê ji aliyê cewherî ve jî di wateya kûrbûn, berfirehbûn û kemilînê da bipêşketinek çêbûye. 

“Di desthilatdariya mîrîtiyê de hesp, jin û çek nirxên herî pîroz in, heta temama jiyanê de hene. Şaneya bingehîn a desthilatdariyê li ser van her sê genên esas hatiye danîn” (A. Ocalan). Yên ku rengê xwe dane şaneya bingehîn a desthilatdariya Tirkan ev her sê genên esas in. Pergala serdestiyê li ser van her sê stûnên stratejîk rûdine. Yek ji wan bişikê dê ev pergal jî ji binî ve hilweşe. Rehên olperestî û hespperestiya Tirkên nijadperest jî ta digihêje vê destpêkê. Çavkaniya vê nexweşiyê pûtkirina têgeh û fîgurên şamaniyê ne.

 

Ji her tiştî zêdetir ji jina azad ditirse

2. Jin geneke esas e ku şaneya bingehîn a desthilatdariyê û stûneka stratejîk a ku pergal li serê hatiye rûniştandin. Diyar e ku pergala serdestiyê ya Tirkan pergaleka mêrane ye. Di vê pergalê de jin tenê amûr e; lê amûreka esas û stratejîk e. Dîsa tekane stûna stratejîk a pêkan e ku ji binî ve bişikê jî ev e. Ger jin bikare bibe xwediyê vîneke azad, xwe birêxistin bike û ji amûrbûnê derxîne, dikare vê pergala qirker û talanker têk bibe û wê ji binî ve biguhere. 

Wekî xet paradîgmaya azadiya zayendî û ekolojîk û demokratîk a civakî ya ku rê li ber xwebirêxistinkirin, afirînerî û azadiya jinan vedike ji bo pergala serdest a Tirkîtiyê xetereya herî mezin e. Pergal ji her tiştî zêdetir ji jina azad ditirse. Loma ye ku tevgera jinan azad û demokratîk wekî dijminê xwe yê herî sereke dibîne. Êrîşên hovane yên li hember pergala hevserokatiyê yên li hember hemû destkeftî û saziyên jinan vê yekê piştrast dikin. 

Azadî û wekheviya jinan ji bo pergala serdest wekî pirsgirêka man û nemanê tê qebûlkirin. Qirkirina jinan a ku her ku diçe zêde dibe jî bi vê hişmendiyê ve têkildar e.

 

Dîn amûra desthilatdariyê ye

3. “Dîn, bi taybetî jî dînê îslamê ji bo Tirkên serdest tenê amûrekî desthilatdariyê ye, ji bo wan Îslam ji vê wêdetir ti wateyê îfade nake” (A. Ocalan)

Bi demê ra Îslamiyet ketiye şûna şamaniyê û ji aliyê serdestan ve wekî îdeolojiya dagirkerî mêtîngeriyê ya qewmî hatiye bikaranîn. Bi taybetî jî şîroveya wê ya Sunî ya serwer. Serdestên Tirkan berê wekî leşker ketine bin xizmeta Ebasiyan. Pêda pêda bûne xwedî hêz û dewletên xweser ava kirine. Di sala 1517’an da Misir fetih kirine û xelîfetî bi dest xistine. Di navbera Xwedê û desthilatdariyê de girêdaneka xurt û wekîhevkirineke niximî ava kirine û pîroziyeke mezin li dewlet û desthilatdariyê bar kirine.

Di bingeha wê ajoyê de ku her tiştî wekî xenîmet dibîne û talan dike, ev hişmendî heye. Ev hişmendî îro jî li Rojava û Başûr, li Sûriye û Lîbyayê, li Efxanistan û deverên cuda li ser kar e û bi heman ajoyê tevdigere. Dema êrîşî Efrîn, Serêkanî û Girê Spîyê kirin, di nod hezar camiyan de bi hev re dest bi diaya fethê kirin. Dema Serokê Şaredariya Qersê ji peywirê hat girtin û walî wekî qeyûm tayîn kirin jî qeyûmê desthilatdariyê berê li ber deriyê şaredariyê diaya fethê xwend û paşê derbasî hundir bû. Ev hemû nîşaneyên vê hişmendiyê ne.

 

Asîmîlekirin û Tirkkirina gelên qedîm

4. "Tirkîtiya ku di navê da Tirk tune ye, avakirineka îdeolojîk a dîrokî ye" (A. Ocalan). 

Ev pênaseya Tirkîtiyê ya ku di sedsala 19. de hatiye bipêşxistin jî ji wê bîr û binhişiya kolektîf a çîna serdest avzê bûye. Bi rastî jî ji Tirkan zêdetir berê xwe daye di warê ol, mezheb û çandê de asîmîlekirin û Tirkkirina koçberên ji Balkan û Qefqayayê hatine. Ji bo asîmîlekirin û Tirkkirina gelên qedîm ên li vê herêmê hatiye înşakirin. Berê bi destê faşîstên Tirk ên spî yên ku ji Îtîhad û Teraqiyê (Yekîtî û Bipêşveçûn) welidîne, paşê jî bi destê faşîstên kesk û reş ên ku ji wan qutbûyî hewl dan ku li gor vê pênaseya çêkirî civakeka homojen (yekreng) ava bikin. Ji bo vê jî serî li her rê û rêbaza hovane dan û civak terorîze kirin. Serdest hîn jî vê hovîtiya xwe didomîne. 

Anatolî û Mezopotamyaya ku berê wekî bexçeyên gelan dihatin nasîn ji ber vê endazyara civakî ya li gor wê pênaseya Tirkîtiyê dageriyane goristana gelan. Ev hişmendiya nijadperest mîna tarîtiyek dojehî, mîna şoreşeka nixîmîner û axa mirinê daket ser vê erdê, bû sedema tunebûna gelek çand û zimanên qedîm. 

Îdeolojiya vê endezyariya civakî ya vê Îslamkirin-Sunîkirin û Tirkkirinê jî senteza Tirk û Îslamê ye. Yên ku li hember vê înşakirinê derketine jî hatine qirkirin yan jî hatine mişextkirin.

 

Xirakirina avaniyên manewî 

5. Serdestiyeke dagirker, qirker, talanker û wêranker e. Li hember nirxên gelan û mirovahiyê bêrêz e. Ger berhemeke dîrokî bi kêrî wî bê, bikare wî/wê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne diparêze. Berhem û avaniyên dîrokî yên li ser piya mane û hatine parastin ên ku wekî mîrateya çandî ya mirovahiyê hatine qebûlkirin bi piranî yên aîdî Serdema Romayê û berî wê ne. Ew jî bi kêrî geşkirina rewşa aboriyî û bipêşxistina tûrîzmê tên û bi vê mebestê tên bikaranîn. 

Berhem û avaniyên dîrokî yên aîdî gelên qedîm ên ku xwecihiyên vê herêmê ne û kêmzêde hê jî hebûna xwe didomînin û erdê wekî welatê xwe yê qedîm dibînin bi piranî hatine tunekirin. Yên mayî jî terkî rizînê hatine kirin. Berhem û avahiyên dîrokî nîşan û hêmayên nasnameya gelan û daneyên vehûna vê erdnîgariyê ne. Qeydên tapoyê yên herî kevn û bibandor in. Tunekirina wan tê wateya bêbîr û bênasnamekirina vê erdnîgariyê. Mebest wendakirina tapoyê dîrokî û avakirina bîr û tapoyeka nû ya aîdî tirkîtiya çêkirî ye.

Mînaka Heskîfê balkêş e. Şikeftên Heskîfê yên ku herî kêm deh-danzdeh sedsal bûn ku ji mirovahiyê ra mazûvaniyê dikin û wekî hafizayek domdar a gelên vê herêmê û mirovahiyê dihatin zanîn, di bin avê de hatin hiştin. Lê çend tirbe û mizgeftên ku aîdî serdema Selçûkî û Artûkîyan bûn jî ji wir hatin neqilkirin û parastin. Avahiyên li navçeya Sûrê, Bexçeyên Hewselê yên ku ligel Bedenên Amedê ji aliyê UNESCO’yê ve wekî mîrateya çandî a mirovahiyê hatibûn qebûlkirin jî, ji ber ku bûbûn qada berxwedana rêveberiya xweser û demokratîk ji binî ve hatin wêrankirin.

Goristanên Rûm û Ermanan hatine tunekirin û hestiyên wan di bin avahiyan de hatine hiştin. Tê gotin ku gorên Şex Seîd, Seyîd Riza û hevalên wan jî di bin betonê de mane. Li ser gor û goristanan çêkirina biryarên leşkerî, dibistan, kargeh û apartmanan bûye adeteka serdestiyê. 

Êrîşên li hember gorên şehîdan û şehîdgehan jî yek ji wan nîşaneyên bêrêziya li hember nirxên madî û manewî yên gelê Kurd e. Hestiyên şehîdan ên ku qaşo ji bo testa DNA’yê hildabûn, birine di binê peyarêyan de çal kirine. Ma ji vê mezintir bêrêziyek heye?

6. Tirkîtiya serdest durû ye. Gurê di postê mihê de ye. Dema ji hêzê bikeve û hewcetiya wî bi alîkariyê hebe, dijminatiya xwe vedişêre wekî ku dost û hevalê te be nêzî te dibe. Piştî xwe da hev, bû xwedî hêz û lingê wî erd girtin jî rûyê xwe yê esas nîşanî te dide, ji bo ku te tune bike yan jî radest bigire li hincetan digere. Serî li her dek û dolabê dide. Belasedem negotine bextê romê reş e. Di Osmaniyan da lîstik pir in.

Şerxwaz e, lê xwe wekî aştîxwaz nîşan dide. Li gor wan, çeteyên hov ên li Sûriyê berxwedêrên azadiyê ne, kesên ku li Tirkiyeyê doza azadî û demokrasiyê dimeşînin û hewl didin ku mafên mirovan biparêzin jî terorîst in. Zarok û ciwanên Filistînî yên ku li hember êrîşên hêzên Îsraîlî xwe bi keviran diparêzin nîşana berxwedêrî û şanaziyê ne, lê zarokên Kurdan ên ku li hember zilma wan xwe bi keviran diparêzin jî “terorîst” in û kuştinê heq dikin. 

Wekî têgeh dibe ku durûtî jî têrî navlêkirina vê rewşa wan a pirrû û birûpoş neke. Lewra bi sedan rûpoş û maskeyên wan hene. Xapxapînokên kesên ku bi wan nexapin û wan maskeyên wan daxin û rûyên wan aşkera bikin, dibin dijminên wan ên heta hetayê. Ewqas kîndar in. Pergala teoriyê ya li Îmraliyê jî nîşana vê kîndariyê ye.

7. Tirkîtiya serdest li hember hêzên serwerên ji xwe xurttir serê xwe ditewîne, lê li hember hêzên ji xwe qelstir jî êrîşkar e. Li hember xurtan pisîk, li hember qelsan şêr e. Feraseta wan wiha ye: Destekî ku tu nikarî gez bikî maçî bike.

8. Tirkîtiya serdest qure ye. Bi ya wî be Tirkek bi tena serê xwe jî berdêlî cîhanê ye. Xwe di ser her kesî ra bibîne jî rewş ne wisa ye. Îro dolarek ji heşt lîreyî ewroyek jî ji deh lîreyî zêdetir e [Niha dolarek 18, euroyek jî 19 lîre ye, nîşeya edîtor]. Lê ku her kes bi qasî pereyê xwe bi qîmet be!

 

Dixwazim nijadperestiyê rakin pêdarê û dîzayn bikin

9. Tirkîtiya serdest li şûna ku ji dîrokê dersan derxîne û jê sûd wergire xwe pê pesnê xwe dide. Bi van dagirkerî, feth, qirkirin û zordariyên ku bi domahiya dîrokê de li ser navê Tirkan pêk hatine şanaz dibe. Salvegera Şerî Milazgîrê yê di sala 107’ê de, fetihkirina Konstatînapolîsê û hwd wekî cejn bi coşeka pirolekirî pîroz dike. Bi rêzefîlmên wekî “Muhteşem Yüzyıl”, “Kuruluş”, “Diriliş” û hwd dixwaze ku nijadperestiyê rake pêdarê û dîzayn bike. Berê jî filmên bi navê “Tarkan”, Malkoçoğlu”, “Kara Murat” û hwd bi heman mebestê hatibûn çêkirin. Xuya ye ku huner jî kirine amûreka bibandor a endezyariya civakî.

10. Tirkîtiya serdest xwe wekî tekane xwediyê dewlet û desthilatdariyê dibîne. Li gor wî gel jî artêş e. Ew serî ye gel jî ling e. Xwedê bi xwe ev paye daye wan. Kî li dijî fermanên wan derkeve, ew xayîn e û neyartiya gelê xwe dike. Serî li her rê û rêbazê dide ku wan xayîn û neyaran bê bandor bixe. Ku bikare teslîm digire û dixe “îtîrafkar” û bi kar tîne, nekare jî yan tune dike yan jî ji welêt bi dûr dixe û mehkûmî penaberiyê dike. Destûrê nade ku civaka sivîl û demokratîk xurt bibe. 

Di van salên dawîn da jî serdestî pergalê mîna ku şîrketek be bi rêvê ve dibe. Ango fermandarî dageriyaye patroniyê û leşkerî jî wergeriyaye karkerî û xulamtiyê. Navê vê jî bûye “Pergala Serokatiyê ya Tirk Tîpî.” Qaşo pergala xwecihî û neteweyî ye! Ya rast lê hatiye…

Serdestî dixwaze ku hemû rêxistin û saziyên sivîl û komaleyan, hemû saziyên pîşeyî û sendîkayan bi xwe re girê bide û bixe bin hikmê xwe. Bi vê mebestê qanûneka nû ya ji bo ji peywirê girtina rêveberiyên hilbijartî û tayînkirina qeyûman jî hat derxistin.

11. Tirkîtiya serdest xwe di ser makezagon û qanûnan re dibîne. Loma ye ku hemû biryarên dadgeha bilind û yargitay û daniştayê; hemû biryarên dadgehên din ên ku ne li gor dilê wî ne piştguh dike û pêk nayne. Dadgeh û dadger li devê wî dinêrin û wisa biryarê didin. Makezagon û qanûn tenê ji bo gel derbasdar in. Demokrasî, azadî, edalet û wekheviyê tenê li ser kaxizê hene. Ew jî ji bo xapandina raya navneteweyî wekî rûpoş tê bikaranîn.

12. Tirkîtiya serdest çanda diyalog û aştiyê, çanda lihevkirin û paşvekirina hêz û desthilatdariyê bi pêş nexistiye. Di domahiya dîrokê da hewl daye ku hemû pirsgirêkên navxweyî û yên bi der ra bi rêya şer çareser bike. Şer û dagirkerî ji xwe ra kiriye rêya debarê. Ji ber ku ji şer bêtir serî li tu riyeke din nedaye, hêza xwe tim di şer û cengê de bi kar aniye. Heta dawiyê şer kiriye. Yan têk çûye û radest bûye yan jî bi ser ketiye. Serhildan û tepisandin wekî ku bûye qeder. Ev diyalektîka neyînî 200 sal e li Kurdistanê jî li ser kar e. Ji ber vê taybetiyê ye ku îro jî bangên diyalog û aşitiyê bê bersiv dimînin. Di van salên dawîn de dem dem pêvajoyên diyalogê hatibin bipêşxistin jî, di dawiyê de derkete holê ku mebesta serdestiyê xapandin bûye. Bi vê rêbazê xwestiye ku wextekê qezenc bike, hin avantajên biçûk bi dest bixe û ji bo êrîşeka hê dijwar xwe amade bike. 

13. Tirkîtiya serdest xwe wekî temsîlkarê nirxên herî pîroz ên mirovahiyê dibîne û mixalifên  xwe jî wekî sûcdar û gunehkarê herî xerab pênase dike. Bi rêbaza derew, mandelkirin û berovajîkirinê civakê parçe dike, berjewendiyên xwe wekî yên gel û neteweyê nîşan dide û li wan ferz dike. 

14. Tirkîtiya serdest xwezayê jî tenê wekî mal wekî xenîmet û tiştekî ku divê bê talankirin dibîne û wê bi her rê û rêbazê talan û wêran dike. Çiya mîna mişkên kor kun kirine, li ser her çemî çend bendav ava kirin, bi çêkirina HESan rewşa miçiqandinê, daristan tune kirine, av jehrî û hewa qirêj kirine. Bajar mîna penceşîrê bi destan ketine. Ew felaketên xwezayî, ew lêhî û şewatên her ku diçe zêde dibin, ew hişkesaliya kûrewî giş encamên vê tehrîbatê ne. Serdest ji her kesî zêdetir xwezayê talan dikin û ji her kesî zêdetir jî propagandaya hawirparêziyê dikin. Demogojiyê dikin. 

Ku wisa biçe ev famkorî û çavbirçîtiya wan dê dawiya mirovahiyê bîne. 

Helbet ku mirov dikare çend taybetiyên din jî li vana zêde bike. Mînak; Tirkîtiya serdest bi qasî ku ji jinên azad ditirse, ewqasê jî ciwanan jî ditirse . Dixwaze wan tim di bin kontrolê de bigire. Mînak; koçberan jî wek çek bi kar tîne. Bi salan e koçberên Sûriyeyî him li hember dewletên Ewrûpayî him li hember rejîma Sûriyeyê û him jî wan wekî bende û kole pir bi erzanî dişixulîne û li hember karker û sendîkayan bi kar tîne. Serdestî hewldana darbeyê, pêvajoya şewbê, felaketên xwezayî yên wekî lêhî, şewat, erhej û hwd… hema hema her rewşê ji bo xwe wekî nîmetekê dibîne û wekî firsendekê bi kar tîne. 

Wekî ku tê gotin ji şîrî heta pîrî. Mirovek di heft saliya xwe da çi be, di heftê saliya xwe da jî ew e. Heman tişt wekî pergal ji bo dewlet û desthilatdariyê jî derbasdar e. Pergalek di destpêkê de li ser çi esasê hatibe rûniştandin, sed sal-hezar sal bi şûn de jî li ser heman esasê hatiye meşandin û îro jî li ser heman esasê tê meşandin. Loma dest guherandina dewlet û desthilatdariyê ne çare ye. Jixwe ev yek di serdema sosyalîzma reel (pêkhatî) de hatibû ceribandin.

Çare çi ye?

Belê, bila ew jî bibe mijara gotareke din.

 

 

*Hepsa Tîpa F a Bolu

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.