Mehmet Cemal Belûş, li Şirnexê gund bi gund û kolan bi kolan digere û etariyê (çerçîtiyê) dike. Bi sabûna kizwanan tiştên xurde ji welatiyan dikire. Belûş, diyar kir ku bi vî karî ahenga ekolojiyê jî diparêze. Mehmet Cemal Belûş ê 32 salî ji navçeya Şirnexê Silopiyayê ye, ew kevnan dikire ango xurdevaniyê dike û pê jî debara xwe dike. Belûş di vî karî de bi tenê nîne, heveêyekî wî heye û ew jî hespê wî ye. Ew her roj bi hespê xwe gund bi gund û kolan bi kolan digere, kevn û xurdeyan kom dike. Li aliyekî di nav kûçeyên teng ên gundan de dengê “Xurdevan hat, werin sabûnê” tê û li aliyekî jî dengê nalê hespê xurdevên li kolanan olan dide.
Paqijkerê hawîrdorê
Erê erê, Belûş kevnên xelkê di ber sabûnên kizwanan de dikire. Ew kevnên hesinî, plastîkê kevn û tiştên xurde berhev dike, hem xwe û hem welatiyan jî razî dike. Dema vê dike jî hem sabûna kizwanan ku sabûneke dûrî pîşesaziya neekolojîk e dide welatiyan û hem jî kevnên wan ên ku dikarin hawîrdorê bi gelek aliyan qirêj bikin û zirarê bidinê berhev dike. Bi vê xisleta xwe jî ew xwe weke paqijkerekî hawîrdorê, ekolojîstekî dibîne.
Jin pevguherînê tercîh dikin
Belûş beriya şerê topyekûn ê dewleta dagirker a Tirk a li dijî gelê Kurd û berxwedana xwerêveberiyan, şofêr bû. Lê dewletê cazayê kontrola edlî li ser ferz kir û kir ku ew hew karibe seyahetê bike, wî jî dest bi xurdevanî û çerçîtiyê kir ku heta nbiha debara xwe pê dike. Lê ev kar hêsan nîne, berê sibehê saet 5´an dest pê dike û tevahiya rojê dewam dike. Bi ser dejî ew kîloyek xurde bi 400 qirûşan dikire bi 500 qirûşî jî difiroşe fabrîkeya xurdeyan; ango herî zêde 40-50 lîreyî rojane dikare qezenc bike. Lê ew her wiha bi bîr dixe ku jinên ku mişteriyê wî ne, li şûna pere bi pirranî pevguherînê tercîh dikin û ew di ber kevn û xurdeyan de sabûna kizwanan dide wan.
DÎHABER / ŞIRNEX