
Peymangeha Muzîkê ya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Dirbêsiyê, yek ji wan saziyan e ku ji bo pêşerojê zarok û ciwanan di aliyê muzîk û hunerê de bi pêş dixe û her wiha girîngiyê dide çanda gelêrî ya gelan.
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk berî mehekê hat avakirin û bi armanca parastina çanda pêkhateyên li herêmê, jiyana hevpar, xebatên muzîkê bi pêş dixe. Saziya li bajarê Dirbesiyê ya kantona Cizîrê hatiye vekirin, armanca wan e sereke ew e ku bi pisporî xebatên xwe bi rê ve bibin. Di demên dawîn de gelek malbatan serî li saziyê dane û zarok û ciwan li navendê hatine qeydkirin. Perwerdeyên zarokan dest pê kirine û niha bi amûrên wekî ûd, kemençe û fêrbûna notayan, xebat didomin. Di dewreya yekemîn a peymangehê de, 10 zarokên Kurd û Ereb cih digirin, di hefteyê de 4 rojan ev zarok li ser muzîkê perwerdeyê dibînin.
Jiyana hevbeş birêxistin dikin
Rêveberên navendê eşkera kir ku dê xebatên wan bi van çalakiyan sînordar nemînin û dê qadên xwe yên xebatê firehtir bikin û dê dewreyên perwerdeya muzîkê yên nû bidin destpêkirin. Xebatkaran eşkera kir ku perwerdeya li navendê ji aliyê mamosteyên pispor ve tê dayîn, di plansaziya navendê de ji derveyî muzîkê, perwerdeya govend û dîlanên folklorîk ên Kurdî û Erebî tê dayîn. Welatiyê bi navê Eymen Şakir jî yek ji rêveberên navendê ye. Şakir destnîşan kir ku çand û hunera pêkhateyên Kurd û Ereb ji bo wan gelekî girîng e, lê tişta ew armanc dikin jiyana bi hev re ya neteweya demokratîk e. Şakir piştrast kir ku huner û çanda gelan, dikare wê hevqebûlkirina neteweyan bi pêş bixe û ev jî wekî çandeke mirovahiyê ya herî qedîm pênase kir.
Zarok kêfxweş in
Şakir da zanîn ku dema zarok nû li saziya wan dest bi hînbûnê dikin, ew perwerdeyên xwe bi hînkirinên pêlekên muzîkê bi pêş dixin, piştre amûrên muzîkê tên û li ser stranên folklorîk jî xebatên xwe dimeşînîn. Şagirta bi navê Cana Hesen Îso (12) got ku ew li ser ûdê xwe bi pêş dixe û got: “Ez hînî gelek tiştan bûm. Min dest bi sazkirina awazên stranên folklorîk jî kiriye.” Zaroka bi navê Lîna Hesen jî kêfxweşiya xwe anî ziman û aşkera kir ku ew gelekî ji kemanê hez dike. Lînayê destnîşan kir ku ew hînî stranên folklorîk ên Erebî jî bûye û bang li zarokan kir ku her tim ruhê xwe bi muzîkê şad bikin û hînî muzîkê bibin.
ANHA/DIRBÊSIYÊ