Li Iraqê hewldanên ji bo avakirina hikûmetê dewam dikin. Muqteda El Sadr ê ku di hilbijartina 12’ê Gulanê de bi ser ket, bi Koalîsyona Fetîh re li hev kir. Her wiha Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî got, wî daxwaza jinûvekirina hilbijartinên giştî red kiriye.

Bandorê li tifaqên din nake

Lîderê Koalîsyona Saîrûn, Sadr li ser lihevkirinê daxuyaniyek da û got, “Ji bo karê avakirina hikûmetê, me bi Koalîsyona Fetîh a bi serokatiya Hadî Amîrî re li hev kir.”

Sadr bi bîr xist ku wan bi Lîsteya Hîkme ya Ammar el-Hekîm û Koalîsyona Wetaniye ya Alîkarê Serokkomar, Iyad Allawî re tifaq kiriye û ev tifaq jî dewam dike. Sadr got, tifaqa bi Koalîsyona Fetîh re hatiye kirin, wê bandorê li tifaqên din neke.

Di hilbijartina 12’ê Gulanê ya parlamena Iraqê de, li meclîsa ji 329 kursiyan, Koalîsyona Saîrûn bû xwedî 54 wekîlan, Koalîsyona Fetîh jî 47 wekîl bi dest anîn. Koalîsyona Wetaniye 21 wekîl, Koalîsyona Hîkmet a Neteweyî jî 20 wekîl bi dest xistin.

Ebadî:Hilbijartin wê neyê dubarekirin

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî li ser mijara ji nû ve çêkirina hilbijartinan daxuyaniyek da çapemeniyê û got, “Hilbijartinên giştî hatin kirin. Êdî veger jê nîne.” Ebadî diyar kir ku erka hikûmetê yan jî meclîsê nîne ku hilbijartinê betal bike û got, biryara betalkirinê ancax ji aliyê dadgeriyê ve bê dayîn.

Her wiha doh berdevkê Dadgeha Federal a Iraqê, Eyas Samûk bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan 5 daxwaznameyên ji bo betalkirina biryara parlamenê ya derbarê qanûna hilbijartinan de red kirine.

 BEXDA