Weşanxeneya Awesta pirtûka Leylâ Safiye ya bi navê “Searching for Leïla the Kurdish Princess of Dance” (Li pey şopa Leyla: Şahbanûya Kurd a reqsê) li refê xwe yê pirtûkan zêde kir. Pirtûka Li pey Şopa Leyla: Şahbanuya Kurd a seqsê, ji 328 rûpel pek tê. Di pirtûkê de li ser serpêhatiya jineke ciwan radiweste û wiha vedibêje: "Di sekine di kûrahiyên tariyê de, bejna wê ya zirav dibiriqe di nav hevrîşimê nermik ê rengerenga mircanî de. Pora wê reş, mîna rengê esmanê şevê. Tirs û sehm dadiwerive li ser navpişta wê. Çîpên wê yên direj diricifin. Di reqsa xwe Dîlanê de, Leyla radixe ser dikê agirê di dilê jin û mêrên ciwan ên direqisin di şahiyên Newrozê de ku reh û bineçeya wê diçe digehe heta kevneperisînin ber agirê pîroz. Bi xwîna pêşiyên xwe dihese ya di rehikên wê de diherike.
Di pirtûkê de lehengê mijarê Leyla ye. Lelya; geşt û guzara navekî ku her derbasê nifşên nû dibe di direjiya demê re. Têketina Rojhilatê nav Rojavayê; zewaca azweriya rojhilatî û takekesiya rojavayî di reqsê de. Şopberdana keliyên Leyla Bedîrxan, şahbanûyeke Kurd ku derbasî parzemîn û çandan bûye, ku li ber kevneşopiya derketiye û bi ser ketiye di gera xwe ya bûna reqaseke navûdeng de. “Jineke yekemînan”: yekem esîlzadeya ku li ber Sfînksê reqs kiriye di demên nûjen de, yekem jina Kurd ku li Ewropa û Amerîkayê reqisiye. Jineke ku nav û jiyana wê best daye nifşên dû xwe.”
DÎHA/AMED