Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk sala perwerdê ya 2017-2018’an ji bo xwendekarên Efrînê bi dawî kir. Niha amadekariyên lidarxistina şahiyan bi boneya bidawîkirina sala perwerdeyê dike.
Xwendekarên Efrînê ji qonaxa seretayî heta asta zanîngehê, piştî êrişên artêşa Tirk û dagirkirina Efrînê di 18`ê Adara bihurî de, ji xwendinê qut bûn. Şêniyên Efrînê ji ber dagirkeriyê neçar man ku ji malên xwe derkevin û li Şehba û navçeya Şêrawa bi cih bibin. Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk biryara dewamkirina sala perwerdê ji bo xwendekaran li Şehba û Şêrawa da.
Komîteyê dibistan li herêma Şehba û navçeya Şêrawa vekirin. Bi hezaran xwendekar ji bo dewamkirina xwendina xwe berê xwe dan dibistanan.
Piştî bi 2 mehan, komîteyê sala perwerdeyê bi dawî kir.
Niha komîte ji bo lidarxistina şahiyan bi boneya bidawîbûna sala perwerdeyê, xwe amade dike.
Da ku dibistan li wan neçe
Elaqedarî vê mijarê, Endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk), Ibrahîm Henan got, “Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve, şêniyên Efrînê neçar man ku ji malên xwe derkevin û li herêma Şehba û navçeya Şêrawa bi cih bibin û gelek xwendekar ji xwendinê qut bûn. Ji ber wê û ji bo ku em karibin ji nû ve dersên ku li ser wan çûne, bidin, me dibistan li kamp, gund û bajarokên herêma Şehba û navçeya Şêrawa vekirin.ʺ
Henan teqez kir ku vekirina dibistanan bandoreke erênî li derûniya xwendekaran kiriiye û niha jî ew amadekariyên lidarxistina şahiyan li hemû dibistanan dikin. n ANHA/EFRÎN