Li navçeya Şîrwanê ya Sêrtê di salên 1989 û 1990'an de operasyon pêk hatibû û di operasyonê de 21 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî operasyonê leşkeran cenazeyên endamên PKK'ê di gorên komî de defin kiribûn. Şahidê operasyonê û definkirina cenazeyan piştî 23 salan axivî. Şahidê gorên komî Hasan Çakir diyar kir ku ew ji bo gorên komî bên vekirin û nasnameya endamên PKK'ê zelal bibe dikare şahidiyê bike. Şahidê gorên komî Hasan Çakir, diyar kir ku li herêma Emerzege, 2 gorên komî hene û di gorekê de 8 û di gora din de jî 13 cenaze hatine definkirin. Şahid Hasan çakir, diyar kir ku di salên 1989 û 1990'an de bi tevlêbûna cerdevan û leşkeran de operasyonek hat meşandin û di operasyonê de piştî pevçûnê endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. Çakir anî ziman ku di demsala payizê ya sala 1989'an de operasyon pêk hat û di operasyonê de 8 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. Çakir, anî ziman ku cenazeyên 8 endamên PKK'ê li geliyê çemekî di bin dara çinarê de li herêma Emerzegê defin kirin û wiha got: "10 metre dûrî dara çinarê ya li ser gelî bi awayekî komî defin kirin. Disa di demsala sala 1990'an de li heman herêmê dîsa operasyon pêk hat û di operasyonê de 13 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê operasyonê jî cenaezyên 13 endamên PKK'e 300 metre dûrî gora berê bi awayekî komî hatin definkirin.


Heta guleya dawî şer…

Hasan Çakir, di sala 1993'an de piştî van operasyonan ji navçeya Şîrwanê koçî Stenbolê kir û li Stenbolê bi cih û war bû. Çakir, diyar kir ku dema operesayon pêk hat ew 14-15 salî bû û wiha got: "Di payiza 1989'an de bi tevlêbûna cerdewan û leşkeran operasyon pêk hat. Pişti operasyonê di navbera leşker û endamên PKK'ê de şer derket. Şer saet di 12.00'an de dest pê kir. heta saet 19.00'an berdewam kir. Gerilla heta guleya xwe ya dawî şer kir. Gerîlla Hogir heta guleya dawî li ber draa çinarê şer kir. Piştî guleyên wî xelas bûn li ber dara çinarê şehît ket. Hogir, ji aliyê gundê herêmê ve pir baş dihat naskirin û pir dihat hezkirin. Porzer û bejindirêj bû. Me pişti dengê çekan bihîst me ji nêz ve şer temaşe dikir. Piştî şer xelas bû em çûn ser cenazeyan. Min cenase bi çavê xwe dît. 2 cenaze perçe perçe kiribûn. Hemû cenazeyên zilaman bûn. Di navde gerilla Hogir jî hebû 8 cenazeyên PKK'ê hebûn.

'Cenazê tacîz kirin'

Çakir, anî ziman ku salek şûnde dîsa li heman herêmê bi tevlêbûna cerdevan û leşkeran operasyon pêk hat û di navbera leşker û endamên PKK'ê de şer derket û wiha got: "Di sala 1990'an de di şerê navbera leşker û PKK'ê de 6 jê jin 13 gerîlla şehit ketin. 13 cenazeyên gerîllayên ku li vir şehît ketin jî 300 metre dûrî gora komî ya berê û Dara Çinarê bi komî defin kirin."
Bavê Hasan Çakir Mehmet Çakir diyar kir ku wê demê ew ji ber zextên leşkeran û dewletê bi zorê bûn cerdevan û wiha got: "Di şerê dawî de hat diyarkirin ku dê 6 jin tev li PKKê bibin. Lê bi fermana Serbazê leşkerî 6 jinên gerîlla ên bê çek hatin gulebarandin û hatin qetilkirin. Leşkeran piştre bi kontara çekan jin tacîz kirin. Li ser vê yekê bavê min sîle li leşkerekî xist û bi serbaz re hêrs bû. Seraz jî dengê xwe bilind kir û got 'Tu aliyê me ye yan aliyê wan e' lê bavê min jî got li mirovên mirî ev nayê kirin. Piştre havê min nebirin operasyonan. Bavê min di sala 2004 û 2005'an de ji cerdevaniyê îstifa kir."
Çakir, anî ziman ku hemû gundiyên Gundkevirê hemû cihê gorê komî dizanin. Çakir, anî ziman ku ger destûr bê dayîn amadeye ku biçe cihê gorên komî tespît bike. 

DÎHA/SÊRT