BERHEM LATÎF / ROJNEWS / SILÊMANÎ
Kovara Bangî Kurd sala 1914’a n hejmara yekem derxist. Kovara Bangî Kurd ji bo zindîkirina çanda Kurdan ya di serdema hikûmraniya Osmaniyan de bû. Tenê 5 mehan karî kar bike, lê li pey xwe mîraseke dewlemend ya edebî hêla. Di ser weşana hejmara yekê ya kovarê re jî ku li Bexdayê hat çapkirin, doh 104 sal derbas bûn. Hingê edîtor û xwediyê kovarê Cemaledîn Baban bû.
Zimanê kovarê Kurdî (Soranî) bû. Kovareke ferhengî û edebî bû. Di kovarê de mijarên siyasî kêm hebûn. Hingê xizmeta ferhengî û edeba Kurdî dikir. Hemû hejmarên kovarê li ser ziman, edeb û ferhenga Kurdî bûn.
Îttîhad û Teraqiyê bela serê wê bû
Edîtorên sereke yên kovarê Cemal Baban û Şukrî Fazil bûn. Hinek caran jî bi navên cuda, mijarên edebî yên Kurdî di kovarê de dihatin belav kirin. Ji tirsa Osmaniyan hinek mijar bi navên cuda dihatin belavkirin. Wê demê li Iraqê Komeleya Îttîhad û Teraqqî hebû û nijadperest bû.
Nivîsandinên helbestvanên weke Zêwerî û Arif Saîb di kovarê de dihatin belavkirin. Kovara Bangî Kurd tenê 5 hejmar derxistin û karî 5 mehan dewam bike.
Cemal Reşîd Ebdula Beg yê bi nasnav Cemaledîn Baban ku bi xwe edîtor û rêveberê kovarê bû, sala
1914’an neçarî beşdariya şerê cî
hanê bû. Piştî wê ji aliyê Ingilîzan ve dîl hate girtin û ew şandin Hindistanê. Di sala 1929’an de vegeriya Bexdayê û weke dadwer kar kir.
Xwedî hesteke neteweyî bûye
Dîroknasê bi navê Sedîq Salih 4 hejmarên Kovara Bangî Kurd arşîv kirine. Salih got: “Ev kovar xwedî giringiyeke mezin e û xwedî hesteke neteweyî ya Kurdiniyê bûye. Di demekê de ku zimanê Osmaniyan desthilat bû, Kovara Bangî Kurd bi zimanê Kurdî hate derxistin. Di dîroja rojnamevaniya Kurdî de jî xwedî girinigyeke mezin e.
Di heman demê de xizmeteke mezin ji bo Kurdan kiriye. Herwiha ji bo lêkolîna ziman û edeba Kurd jî çavkaniyeke girîng e.”