Ji şahidên doza li dijî Taha Al-J. yê bi qirkirina Êzîdiyan jî tê gunehbarkirin, komiserê polîs Ulrich S. li ser hevjîna tohmetbarî Jennifer W. peyivî. Ji vê yekê derdikeve holê ku ew jî bi zanîn çûye nav refên DAIŞ’ê û têkiliyên wê bi mêrê wê yê DAIŞ’î re heta ew bi xwe tê girtin jî dewam kirine û ew jî di vê dozê de diyar e ne bêguneh e.

LUQMAN GULDIVÊ / FRANKFURT

Rûniştina diduyê ya li dijî Taha Al-J. yê ku bi qirkirina li dijî Êzîdiyan û gelek sûcên din tê tohmetbarkirin, li bajarê Elmanyayê Frankfurtê bi rê ve çû. Di rûnştinê de li şahid komiserê polîs Ulrich S. hat guhdarîkirin. Malûmatên wî bêhtir li ser Jennifer W. bûn ku hevjîna Taha Al-J. ye û di dema kolekirina du Êzîdiyan (jineke ciwan û keça wê ya pênc salî) û kuştina keçika pênc salî de bi wî re li yek malê li Felûca dima. Ji îfadeyan derdikeve holê ku Jennifer W. bi zanîn tevlî nav refên çeteya DAIŞ’ê bûye, ew ne bi dilê xwe şandine Elmanyayê û li Elmanyayê jî çavê wê her lê bû vegere nav DAIŞ’ê. Di şahidiyê de îsbatbûna mana Jenniferê di mala jinan a DAIŞ’ê ya li Reqayê de jî kite bi kite tê gotin. Weke encam jî mirov dikare tê derxe ku ew jî biqasî hevjînê xwe sûcdar e di meseleyên qirkirin, kolekirinê de û her wiha di kuştina keçika pênc salî de jî. Têbîniyên ji vê rûniştinê weke li jêr bi we xwînerên rojnameya me re jî par ve dikim.

Taha Al-J. vê carê weke cara din bi kêf nebû, di destên wî de hin notên li ser pelikên piçûk nivîsî hebû. Bi xêra du wergêran bi parêzeran re dipeyivî. Heyeta dadgehê ya ji 5 kesan ku tenê yek ji wan jin bû, gava kete holê 10 deqîqeyên wî wiha bihurandibûn. Lê wê di dema pirsên heyeta dadgehê li şahidê yekê yê di rûniştina dozê de erza wî jî kêfa wî jî bişikanda; "heger tu tiştekî bibêjî, ez ê bixwazim zanibim. Nabe hema tu bi wergêr û parêzeran re bipeyivî". Şahid komîserê polîs Ulrich S. bû di navbera 2014 û 2017’an de raporên li ser hevjîna Taha Al-J. Jennifer W. amade kiribûn li polîzê Oldenburgê. Wî hem ew şopandiye û hem jî piştî vegera wê ya Elmanyayê bi wê û dayika wê re peyiviye. Bi şahidiya Ulrich S. 56 salî gelek agahiyên li ser Jennifer W. Derketin holê. Bi ya min em bi van kite bi kite dakevin, wê nîşanî me bide ku Jennifer W. di meseleya vê dozê de bi qasî hevjînê xwe jî belkî sûcdar e.

Rayedarên Elman wê ji serê pêşî ve nas dikin

Şahid da zanîn ku dayika Jennifer W. Sala 2014’an destpêka Îlonê giliyê keça xwe dike û dibêje, wê dixwest biçe Sûriyê û ev du hefte ne ew jê agahiyan wernagire. Jixwe piştre wê tam diyar nebe jî 29’ê Tebaxê yan jî 3’yê Îlona heman salê weke dema çûna wê ya Sûrî bihatana texmînkirin. Agahiyên weke dîtina jineke din a weke keça wê Misilmanbûyî dike. Axir li ser vî giliyî, gava şahid Ulrich S. Ji meqamê polîsê krîmînal ê federal dipirse, hîn dibe ku Jennifer W. tê şopandin. Lê meqamê îstîxbarata navxweyî yê Elman yanî Parastina Destûrê ya eyaletê (Verfassungschutz) dibêje, ti tevdîrên "bicihanînê" ne lazim in. Jennifer jixwe hingê diçe Sûrî, dayika wê ji bo wê bîne diçe Tirkiyeyê û axir di vegerê de careke din bi polîs re têkiliyê datîne û di encamê de lêpirsîn tê destpêkirin. Şahid Ulrich S. got, ew ji şahidekê hîn bûye ku Jennifer ji bo ku li "Dewleta Îslamê" bijî û li wir "mêrekî bike" çûye Sûrî.

Ji bo pasaportê xwe dide girtin

Piştre serê ewil agahiyên jê hatî qut dibin, heta ku dewleta Tirk wê dersînorî Elmanyayê dike. Şahid ji belge û hevdîtinên xwe yên hingê tîne ber hev û dibêje, Jennifer W.’yê nedixwest bê Elmanyayê; tenê ji bo pasaporteke nû wergire miracaetî sefareta Elman a li Enqereyê dike, ew dibêje wê pasaporta xwe li Samsunê wenda kiriye; ew li Samsunê tevî mêrê xwe Taha Al-J. dima. Gava ji sefaretê derdikeve meqamên Tirk wê digirin. Piştre jî bi belgeyeke şûna pasaportê bigire, ew tê dersînorkirin. Gava tê dersînorkirin dayika wê jî pê re tê Munchenê. Li Munchenê ew ji memûrên îfadeya wê digirin re dibêje, ew "ne bi dilê xwe hatiye Elmanyayê".

Li ser îfadeya dayika wê û hevdîtina Jennifer W. a ku dema çûyî Elmanyayê ew 5 meh bûn bi heml bû, şahid Ulrich S. biryar daye ku ji bajarê Jennifer W. tevî dayika xwe lê dima bixwaze pasaportê nede Jennifer ji ber ku ew bi xurtî zen dike, ew ê hewl bide biçe Sûriyê. Li ser vê jî 2016 û 2017’an bajarê Lohne pasaportê nade Jennifer W.

Têkiliyên wê bi Taha Al-J. re hîç qut nabin

Di Nîsana 2016’an de zarok ji Jennifer re çêdibe û êdî eşkere agahî derdikevin holê ku têkiliyên wê bi Taha Al-J. re her dewam kirine: sala 2017’an miracaetî sefareta Elman a li Enqereyê kiriye ji bo bi testa DNA’yê bavtiya Taha Al-J. piştrast bibe. Şahid ev yek hingê weke hewldana anîna Taha Al-J. ya Elmanyayê nirxandiye. Wekî din şahid dide zanîn ku bavê kurîk hîna keça wî 3 hefteyî bû, gef li dayika Jennifer W. xwarine bi rêya apekî xwe yê li Dusseldorfê ku ew ê bê û zarokê ji wan bistîne.

Ji bo DAIŞ’ê propaganda jî kiriye

Facebooka wê û şahideke din îsbat dikin ku Jennifer bihara 2015’an li Reqayê bû. Du hesabên Facebookê, yek jî bi navê Schahida al-Ghariba û ya din bi navê Schahida al-Taha weke yên wê hatine tesbîtkirin. Ew di ser van hesaban re bang li jinan dike û dibêje, êdî hincetên we nînin, biçin nav erdên DAIŞ’ê.

Ev agahiyên ji Facebookê wê paşê bi îfadeyên şahideke din, ya rastî jineke din a ku sala 2014’an çû nava çeteyên DAIŞ’ê bihatana piştrast kirin. Em behsa Annette Linn dikin. Di îfadeyên xwe de wê got, sala 2015’an wê li maleke jinan a li Reqayê dîtiye Schahida Taha bi hejmara telefonê re ya ku em îro dizanin ya dayika Jennifer W. ye, peyiviye. Ji bo tam piştrast bibe, şahid wêneyekî Jennifer W. dişîne ji memûrên li Berlînê îfadeya Annette L. digirin. Gava ku Annette L. wêneyê Jennifer W. dibîne, dibêjê, ev Schahida Taha ye. Bi vî awayî êdî tê zanîn ku Jennifer W. ne tenê li Sûrî, lê li paytexta DAIŞ’ê Reqayê bûye. Ew li wir pêşî bi kesekî ku miameleya xirab pê re dikir, zewiciye. Paşê bi tohmetbarê qirkirinê yê vê dozê re zewiciye ku jê razî bûye.


Derewa pasaportê lê eşkere dibe

Jennifer W. bihara sala 2016’an bi îdîaya pasaporta xwe windakiriye, miracaetî sefareta Elmanyayê ya li Enqerê kiribû. Hingê gotibû wê pasaporta xwe wenda kiriye. Lê jineke din a ku ji Sûrî, ji nava refên çeteyên DAIŞ’ê vegeriya Elmanyayê ya bi navê Omayna Abdi bi xwe re tablet û pasaporta Jennifer W. jî anîbû. Ya rastî, her du jî bi xwişka Omayna Abdi ya pê re hatin girtin. Çi ji pasaportê hat kirin, em nizanin, lê Omayna Abdi ya ku Tebaxa 2016’an çû cem rayedarên Elman, telefona xwe bi xwe li Reqayê wenda kiribû, ji ber wê jî wê bi hewldanên rojnamevana Al-Aan TV’yê Jenan Moussa Îlona 2019’an ew ê bihatana girtin.


Heger bibe em dikarin hevkariya aliyê mudaxil bikin

Di nava temaşevanên dozê de îro çend keçên Kurd ên Êzîdî jî hebûn. Wan got, ew ji ber di dozê de sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên qirkirina Êzîdiyan hene û ew weke Êzîdî jî ji bo xwe weke erkekê dibînin li dozê hazir bin.

Ji Internationale Gesellschaft für Menschenrechte (Civaka Navneteweyî ya ji bo Mafê Mirovan) Khalil Al-Rasho (Xelîl Reşo) bi xwe li ser navê rêxistina xwe dozê dişopîne, lê belê ji ber ku Êzîdî ye jî, elaqeya wî ya şexsî jî ji bo dozê heye.

Wî da zanîn ku ev qederê pênc salan e ku li Başûrê Kurdistanê alîkariya insanî dikin. Wan wekî din bi qederê 150 jinan re jî hevpeyvîn kirine û alîkariya wan bikin. Ew dibêje, ew rûniştinan dişopînin, ji bo ku bibînin ka navê ti kesên din mintiqeyan nayên gotin ew beşdarî rûniştinan dibin. Xelîl Reşo dibêje, ew dixwaze di her 22 rûniştinên sabît de hazir be.

Li ser fikra mudaxilbûnê (nebenklage) de ew dibêje, heger lazim bibe, ew dikarin mudaxil bibin û bi bîr dixe ku ew kesên li Bosnayê sûcên qirkirinê û yên li dijî mirovahiyê hatin dadgehkirin û ketin hepsê, bi hewldanên rêxistina wan karîne bên dadgehkirin.

Ew dibêje, îro jî DAIŞ ya ev sûc kirî ye û ew bi xwe weke rêxistin timî "li canibê heqiyê ne".

https://ozgurpolitika.com/kene-qatile-qirker-e-daise/ https://ozgurpolitika.com/doza-li-diji-daise-ya-frankfurte-muhim-e/