Çavdêrê siyasî ji Başûrê Kurdistanê Niyaz Hamîd, li ser serdana hevwext a Recep Tayyip Erdogan û Mesrûr Barzanî ya li DYE´yê got, "Ji bo jê re bibe şahidekî sexte, Erdogan kurê Barzanî bi xwe re dibe." 

Hamîd ku Başûrê Kurdistanê û gelemperiya Rojhilata Navîn ji nêz ve dişopîne, tevlîkirina Barzanî li serdana Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) şiband rewşa Hasan Xeyrî Beg ê Kurd ku di dema hevdîtinên Lozanê de kincên Kurdî li wî kiribûn, bi vî rengî xistibûn meclîsê û piştre jî ew îdam kiribûn. Hamîd der barê gefa 'Ez ê bi belgeyan pêşkêşî Trump bikim ku YPG û PKK weke hev in' a Erdogan de jî got, "Beriya ku Erdogan biçe, DYE dizane ku Erdogan li malê çend kevçî xwarin xwariye."

'Êdî nikarin veşêrin'

Hamîd destnîşan kir ku haya DYE´yê bi temamî ji têkiliyên navbera Erdogan û DAIŞ'ê heye û wiha dewam kir: "Parlementerekî CHP'yî, sala 2015'an mulaqatek da çapemeniya Tirkan. Vî parlametnerî gotibû, îstîxbarata DYE’yê li Serokkomarê wê demê Erdogan, Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu jî di nav de li 500 kesî guhdarî kiriye. Digot, li asta jêrîn jî li 10 hezar kesî guhdarî kiriye. DYE bi her tiştê Erdogan dizane. Dizane ku xelîfeyê DAIŞ'ê Ebûbekir Bagdadî nîne, xelîfeyê DAIŞ'ê ew e. Tenê dokumanên li Minbic û Tebqayê bi dest ketin, têra îspatkirin yekbûna AKP û DAIŞ'ê dikin. Êdî nikare desteka dide DAIŞ'ê, El-Nûsra, Ehrar El-Şam û rêxistinên din ên çete veşêre."

Hamîd bi bîr xist ku di hevdîtinê de rojeva sereke ya Erdogan wê daxwaza sekinandina dayîna çekan ji bo YPG'ê be û wiha peyivî: "Dibêje, di çenteyê wî de hin belge hene. Xuya ye wê di bîreke dijîtal de çend dîmen û wêne hebin. Erdogan gelekî axivî, gelekî şaşîtî kirin. Jê we ye ku îstixbarata DYE´yê nizane bê kî çi dike."

'PDK jî şahidê sexte yê Erdogan e'

Li ser serdana heyeta PDK'ê ya bi serokatiya Mesrûr Barzanî, ya hemwext, Hamîd ev pirs kir: "Gelo ev rasthatineke yan jî planek e?" Hamîd wiha dewam kir: "Kurê mezin ê serokê PDK'ê Mesûd Barzanî jî wê di heman dema Erdogan de li Washîngtonê be. Dibêjin, Mesrûr Barzanî wê li Washîngtonê beşdarî semînerekê bibe. Lê Kurd hemû jî dizanin ku Erdogan ji bo bibêje 'Binihêre, ez ne li dijî Kurdan im. Ez piştgiriyê didim Kurdên li Başûrê Kurdistanê' Mesrûr Barzanî tevlî serdana xwe kiriye. Erdogan, ji bo ku weke şahid nîşan bide ku ne li dijî Kurdan e, Mesrûr Barzanî û yên pê re bi xwe re dibe."

Mesrûrê îro û Hesen Xeyrî Begê li Lozanê

Çavdêrê siyasî Niyaz Hamîd destnîşan kir, ku PDK'yî ji bo 'şahidiya sexte' ji Erdogan re bikin diçin Washîngtonê û ev bûyera dîrokî bi bîr xist: "Di dema hevdîtinên Lozanê de, li ser daxwaza Ataturk, kincê Kurdî li mebûsê Dersîmê Hasan Xeyrî Beg kirin, ew bi vî rengî birin Meclîsê. Hasan Xeyrî Beg bi vî awayî telgrafeke piştgiriyê ji Tirkên li Lozanê re şand. Lê belê sala 1925'an ew îdam kirin. Hasan Xeyrî Beg ji bo balê bikişîne ser rewşa dewleta Tirk ku bawerî pê nabe gotibû, 'Gora min li kêleka rêyekê çêkin, ji bo mirovên tê re derbas bibin tif bikinê’. Ya ku îro tê kirin jî ne kêmî ya wî çaxî ye."

Hamîd herî dawî bal kişand ser şaşîtiyên Erdogan û diyar kir, ku PDK weke fîguranekî di vê lîstikê de hatiye bicihkirin, û got, "Ya rastî, Erdogan bi birina PDK'ê bi xwe jî şaşîtiyeke mezin dike. Mîna ku kes pê nizane ku DAIŞ û PDK bi Erdogan ve girêdayî ne. DYE di nava hikûmeta Tirk de guh dide çend kesan, li Başûr jî guh dide ewqas kesan. Dizane bê kî kî ye. Berî Erdogan biçe, DYE dizane ka çend kevçî xwarin xwariye."


RÊBAZ HESEN/ ANF / KERKÛK