
Fermandarê Lîwa El-Tehrîr Ebû Heyder El-Niêmî mizgînî da gelê Reqayê ku şahiya azadiyê nêz e.
Fermandar El-Niêmî li ser qewmînên dawî yên pêvajoya duyem a Hemleya Xezeba Firatê axivî.
Ebû Heyder El-Niêmî da zanîn ku Hemleya wan didome û şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ber bi Reqqayê ve bi pêş ve diçin û domand: ″Hemleya me bi hemû hêza xwe didome. Me di pêvajoya duyem de bi sedan gund û mezrayên stratejîk rizgar kirin.
El-Niêmî destnîşan kir ku serketina herî mezin ew e ku korîdorên bi ewle hatin vekirin û bi sedan şêniyên gundên Reqayê ji nav pençên çeteyên DAIŞ′ê hatin xelaskirin.
El-Niêmî anî ziman ku çete nema dikarin xwe li hember berxwedana şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bigirin û wiha pê de çû: ″Tekane riya ku çete pê bipêşveçûna şervanan asteng dikin, çandina mayînan û kolandina xendeqan e. Lê tevî hemû hewldanên wan, bipêşveçûna şervanan didome.″
Li ser bandora hewayê jî El-Niêmî got, ″Di destpêka Hemleyê de baran bariya, hinekî bipêşveçûna me asteng bû. Lê niha ti tişt li pêşiya bipêşveçûna şervanan nabe asteng. Şervanên me bi israreke mezin şer dikin û herêmê ji terorê paqij dikin.″