Şêniyên bajarokê Rimala û gundên li ser çemê Firatê bi nêzîkbûna hilbijartinan re, şahiyan li dar dixin. Li seranserî herêmên Bakurê Sûriyê bi nêzîkbûna dema hilbijartinan re, şahî têne lidarxistin. Hilbijartinên Qonaxa Duyem ên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê 1´ê Kanûnê pêk tên. Di qonaxa yekem de hevserokên komunan hatin hilbijartin. Di qonaxa duyem de jî hilbijartinên herêmî yên şaredariyan tên kirin. Di vê çarçoveyê de, şêniyên bajarokê Rimala û gundên nêzî wê yên li ser çemê Firatê şahiyek li dar xist. Bajarokê Rimala 35 kîlometroyan li başûrê bajaroka Sirînê.

Di şahiyê de bi sedan şêniyên herêmê amade bûn û govend gerandin. Piştre bi navê Lîsteya Neteweya Demokratîk Silêman Ebdullah axivî û da zanîn ku ev şahî nîşaneya kêfxweşiya welatiyan ji hilbijartinan de ye. 


KOBANÊ