Şahiya mirovahiyê bi sedhezaran
Di Şahiya Mirovahiyê ya 88´an de ku her sal li Parîsê bi rê ve diçe, Kurd jî amade bûn û wan tecrîdkirina Ocalan û dagirkirina Efrînê kirin rojev.
SELMA AKKAYA
PARÎS
Şahiya Mirovahiyê ku her sal li paytexta Fransayê Parîsê çepgir, dijrasîst, saziyên koçberan, sendîka, tevgerên xwendekaran û ciwanan ên çepgir dicivîne, îsal cara 88´an li dar ket.
Di nava 780 hezar kesên beşdarî şahiyê bûyî de Kurdan jî cihê xwe girt û weke her carê bi çalakî û dezgehên xwe. Wan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkirina Efrînê.
Şahî di navbera 14 û 16 Îlonê de bi rê ve çû û sekreterê giştî yê Partiya Komunîst a Fransayê Pierre Laurent axaftina destpêkê kir.
Laurent di axaftina xwe de peyama yekîtiyê di nava çepgiran de da. Şahiya ku hem çepgirên Fransa û hem jî yên Ewrûpa civandin, bêyî lîderê “Tevgera Sernetewandiyan” Jean-Luc Mélenchon pêk hat û ev jî bû cihê rexnegirtinê.
780 hezar kesên bi bilêt
Ji bilî panel, sohbet û pêşangehan, bi beşdariya hunermend û komên mîna Supreme NTM, Julien Clerc, Catherine Ringer, Naaman, The Inspector Cluzo, Marcel û Orkestraya wî, Bertrand Burgalat û gelek kesên din 60 konser hatin dayîn. 780 Hezar kes bi bilêt kete meydana Şahiya Mirovahiyê.
Tecrîd û dagirkirina Efrînê
Konseya Civaka Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F), di şahiya 3 rojî de kon veda û dezgeh danîn. Di çalakiyên xwe de tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkirina Efrînê jî kir rojev. CDK-F beşdarî gelek panelan jî bû û bûyerên li Kurdistanê, siberoja Kurdan li Rojhilata Navîn û zilma Tirkiyeyê jî da minaqeşekirin.
Kon û dezgehên CDK-F´ê sê rojan xizmet kir. Di konî de NCDK´yên Villiers Le Bel, Parîs, Evry, Villeuveê wezîfe kir û hunermendên TEV-ÇAND´ê jî bi rêkûpêk hunerê xwe pêşkêş kir.
Di yekê ji dezgehên di konî de Heyva Sor ji bo Efrînî alîkarî da hev. Li dezgeha Buroya Peywendiyên Derve ya Tevgera Jinên Kurd û li dezgeha CDK-F´yê broşurên ku Ocalan, jineloji û Tevgera Jinên Kurd didin nasîn hatin belav kirin.
Buroya Peywendiyên Derve ya Tevgera Jinên Kurd beşdarî gelek panelan bû û li ser jineolojî û pirsgirêkên jinan gotar pêşkêş kirin. Di van panelan de banga beşdariya Konferansa Jinan a Navneteweyî ya ku wê 6-7´ê Cotmehê li bajarê Elmanyayê Frankfurtê bi rê ve biçe jî hat kirin.
Ji bo xêzeromana Kobanê
Komeleya Piştgiriyê France-Kurdistan jî di şahiyê de bal kişand ser bûyer û pirsgirêkên li Kurdistanê.
Di dezgeha komeleyê de pirtûka hevserokê berê yê HDP´ê Selahattin Demirtaş a bi navê Seher jî hat danasîn.
Komeleyê kampanyaya xwe ya şandina kartan ji bo girtiyên HDP´yê jî li şahiyê dewam kir. Kesên çûn ber dezgehê kart ji girtiyan re şandin. Li heman dezgehê Halîl Incesu yê u berê di rojnameya Ozgur Gundemê de karîkaturên wî dihatin weşandin jî karçkatur xêz kirin. Bi firotina van karîkaturan pereyên hatî berhevkirin jî wê ji bo çapa xêzeromana bi navê Banga Kobanê bên bikaranîn.
Şahiya Mirovahiyê (Fete de L’Humanite) êdî bûye rêûresmek û weşana rojane ya Partiya Komunîst a Fransayê “l’Humanité” wê li dar dixe.