Navenda Çandê ya Mem û Zînê (NÇM) a Cizîrê ku di sala 2004'an de hat damezirandin, 9'emîn salvegera xwe bi şahiyekê pîroz kir. Şahî li hewşa NÇM'ê pêk hat. Bi hezaran welatî û rêveberên BDP'ê, MEYA-DER, Kurdİ-DER, endamên meclisa şaredariyê, TSO, KESK, NÇM'a sîlopiyê, jî amade bûn. Di şahiyê de pankarta "Emê bi hûnera azad çanda demokratîk ava bikin" vekirin û bê navber siloganên "Bijî berxedana Rojava" û "Bijî serok Apo" qeriyan. Di şahiyê de lîstikên şano hatin pêşandan û sitranên bi Kurdî hatin strîn. Di şahiyê de peyama Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê ku niha ji doza KCK'ê girtî ye hat xwendin. Rêveberê NÇM'ê Edip Oruç, diyar kir ku ji ber xebatê çan du hunera Kurdan dimeşînin bi dehan caran rastî binpêkirina mafan u zextên polîsan hatine.
Hevserokê BDP'a Şirnexê Baki Katar jî diyar kir ku gelê Botanê yê li şopa Fermandara PKK'ê Çiçek Botan, Berivan û şehînên xwe xwedî derketin. Katar, destnîşan kir ku 9 sal berê ji ber zextên dewletê nikarîbûn li mala xwe razên, lê niha li çand û hunera xwe xwedî derdikevin û pêş dixin. Piştî axaftinan şahî heta derengê şevê berdewam kir.
ŞIRNEX