Endamê komîteya Tertîp a Şahiyên Hidirelez Eşref Ozvîran got ev 15 sale ev şahî tê lidarxistin û da zanîn ku berê ev şahî bi pêşengiya eşîra Şêxbizaniyan dihat kirin û got çend salên dawî ye ji aliyê BDP û HDP’ê ve tê kirin. Ozvîran got: Ürmanca can şahiyan ev bû ku di navbera eşîran de aştiyê pêk bînin. Niha hinek din jî hatiye asta siyasî. Bi saya partiya me gihiştiye asta aştiya Kurdên Anatoliya Navîn. Lê ji bo me yek wateya wê heve û ev jî hatina cem hev a Kurdên Anatoliya Navîne.
Namzetê berê yê HDP’ê ya şaredariya Haymanayê Eşref Kîraz jî got şahiyên Hidirelezê Newroza duyemîn ya Kurdên Anatoliya Navîne û wiha pê de çû: “Berê di nava gel de dihat pîrozkirin. Lê ev 15 sael wek cejn tê pîrozkirin. 15 sal berê ji aliyê Şêxbiziniyan ve dihat rêxistin kirin. Du kesê ji eşîrê Omer Hakbîlen û Bakî Erdogan organîze dikirin. Lê her du jî di qezayek trafîkê de mirin. Em ji vir şûn de navê her du hevalan li vê qadê bikin. Emê serî li şaredariyê bidin. Kurdên Anatoliya Navîn li vir tên cem hev.
ANF/ENQERE