Şeva ku ji aliyê şaxa bajarê Marburgê ya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK Marburg) û koma piştgiriya Kurdistanê ve hatî lidarxistin saet, 18.00’an bi gotarekê hat destpêkirin.
Di ve pîrozbahîyê de pereyên ku ji aliyê Şaredarê Marburgê Egon Vaupel (SPD), partiya keskan Bundnis 90/Die Grüne, partiya çep Die Linke, rêxistina MC Kuhle Wampe, YXK Marburg û lijneya xwendekaran a zanîngeha Marburgê AStA yê ve hatin dayîn wê ji bo alîkariya Kobanê bên bexşandin.
Di şeve dê Dr. Loqman Turgut ê bi delegasyoneke akademisyenan re çûbû Rojava di gotara xwe de pergala siyasî û aborî ya li vir hatiye avakirin anî zimên. Navborî di gotara xwe de got ku ev tiştekê nû ye li cîhanê ku hemû biryarên birêvebirinê bi awayekî demokratîk rasterast ji aliyê gel ve tên stendin.
Piştî gotarê komên Critical Degree, Fahrlässige Farbigkeit, Lale Koçgûn û Ensemble, Isla del Rio, DJ Fou-rieux û Die Janeway stranên xwe pêşkêşî beşdaran kirin.
Michael ji koma piştgiriya Kurdistanê der barê lidarxistina şevê de got ku ji bo diyaloga di navbera gelan de ji wan re girîng bû gelek komên Kurdî û ne Kurdî bigihînin hev. Ji ber vê yekê wan di hemû xebatên xwe de, ji rêxistinên di nava koma piştgiriya Marburgê de heta hozanên di şevê de derketin ser dikê, hewl dan hevsengiyeke di nava her du koman de bibînin. Navborî dibêje ji wan re her wiha girîng bû gengeşeya li ser Kurdistanê ya di nava tevgera çep a Almanya de tê kirin bi pêş ve bibin û bala xwendekaran bibin ser mijara Kobanê.
Berdevkê YXK Marburgê Sabir jî dibêje ku ji wan re girîng bû ew alîkariya di vê şevê de hat kom kirin bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bişînin Kobanê ji ber ku cihekî wê yê diyar di nava civaka Kurdistanê de heye. Ew di wê baweriyê de ne ku Heyva Sora a Kurdistanê wê karibe alîkariya mirovahî ya di vê demsalê de pêwîst bişîne Kobanê Azadkirina Kobanê şandina alîkariyan careka din anî rojevê ji ber ku niha bi vegera şeniyên bajêr dive Kobanê ji nû ve bê ava kirin.
Li Celle meş
Li bajarê Celle yê Almanya serketina Kobanê û îlana Mecîsa Şengalê hat pîrozkirin. Di meşa ji Neus Rathaus Celle destpê kir, komên çepgir ên Alman beşdar bûn. Yilmaz Kaba yê ji Federasyona Komeleyên Êzidî di meşê de axivî got, “Em şervanên YPG/YPJ û YBŞ, HPG, YJA Star ên li Şengal û Kobanê jiyana xwe ji dest dane bi hurmet bibîr tînin. Em soza dilsoziya xwe ya bi wan re dubare dikin.”
Kaba Meclîsa Şengalê jî pîroz kir û got ku ji bo li Rojhilata Navîn avakirina pergaleke demokratîk gaveke girîng e.
Hevserokê Mala Êzidiyan a Celle Derviş Duran jî serketina Kobanê û Meclîsa Şengalê silav kir. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankarta “Em serketina Kobanê silav dikin”, alên PYD’ê flamayên YPG’ê û wêneyên hovîtiye ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê pêk anîne hatin hilgirtin. Piştî peyamên piştgiriyê yên komên çepgir ên Alman mitîng bi govendê dawî bû.
Li Nurnbergê bi coş hatê pîrozkirin
Serketina Kobanê li Mala Gel a Medya ya li Nurnbergê hat pîrozkirin. Di axaftinên bi Kurdî, Tirkî û Almanî de, di kesaiyetiya Suphî Nejat Agirnasli de ji hemû dostên şervanên enternasyonalîst ên para xwe di serketina Kobanê de hene, hatin silavkirin.
Di axaftina li ser navê Komeleya Nurnberg a Yenî Gun de bal hat kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar. Nûnerê saziya Alman a bi navê Karavane jî hat destnîşankirin ku şerê li Kobanê û Şengalê tê meşandin di heman demê de ji bo her kesî ye û ji hêzên YPG/YPJ'ê re serketin hat xwestin.
Di axaftina li ser navê Komeleya Diyalogê ya navbera Kurdan a li Nurnbergê de, ji bo azadiya gelê Kurd girîngiya piştevaniya enternasyonalîst hat destnîşankirin.
Axaftvanan diyar kirin ku çeteyên DAIŞ'ê, jinên Kurd ên li Şengalê revandine li bazarên koleyan difiroşin û diyar kirin ku heta xaka Kurdistanê azad bibe, wê berxwedan dewam bike.
Bi konserekê li Stavangerê hatê pîrozkirin
Li Norwêcê konserên destekdayîna Kobanê dewam dikin.
li bajarê Stavangerê Norwêcê konsera ji bo destekkirina Kobanê Şengalê, hat lidarxistin. Komeleya Çandê ya Mezopotamyayê, li Kvernevik Bydelhus a bajarê peravê yê Norwêcê Stavangerê, konsera destekdayîna Kobanê û Şengalê hat lidarxistin.
Li salona konserê li ser wêneyê mezin ê Arîn Mîrxan pankarta bi nivîsa "Em serketina Kobanê pîroz dikin" a bi zimanên Norwêcî û Kurdî hat daliqandin. Hatineya ji konserê, bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê wê ji Kobanê û Şengalê re bê şandin. Li ser navê komeleyê Hîkmet Tetwan û li ser navê KNK'ê jî Gullale Samei axivîn. Di konserê de li ber stranên hunermendê herêmî Cemalî govend hat gerandin.
NAVENDA NÛÇEYA