Şahmaran li gorî rîwateyan ji Îranê hatiye û başiyê temsîl dike, herî zêde li Kurdistanê bûye nirx dîtiye. Şahmaran li Kurdistanê hema hema li her malê hebû û niha wek berê nayê bibîranîn lê hoste dîsa jî motîfên wê bi kar tînin.

Şahmaran motîfeke jinê ya efsûnî ye ku bûye yek ji parçeyên girîng ên çanda Kurd. Li gorî riwayetê, Şahmaran ji Îranê hatiye, wê kurê wezîr ji bîrê derxistiye. Lê kurê wezîr xiyanetê li Şahmaranê dike û cihê wê ji padîşah re dibêje. Padîşah Şahmaranê dikuje û piştre dike xwarin û dixwe. Şahmaran wek jinekê tê teswîrkirin ku rastî xiyanetê hatiye.

Li her malê daliqandiye

Hosteyên Şahmaranê yên li Mêrdînê, çîroka wê vedibêjin û dibêjin, mekanê Şahmaranê tine û ew hem li her derî û hem jî ne li ti derî ye. Hinek, Şahmaranê weke ku derman û nezerê temsîl dike bi nav dikin û hinek jî wek jiyana felsefeyê xêz dikin. Wêneyê wê li Kurdistan li her malê heye. Ji berê ve de di tabloyan de, li ser alavên sifir tê neqişandin. Hinek dibêjin, Şahmaran hîna heye.

7 qonaxên jiyanê temsîl dike

Hoste diyar dikin ku gelek rêyên başiyê hene û yek ji van jî guhdarîkirina Şahmaranê ye. Li gorî riwayetê bedena Şahmaranê di jiyana mirovan de 7 qonaxan temsîl dike. Ev qonaxên stewîna ruhê mirovî jî lêgerîn, evîn, li xwe mikûrhatin, matmayîn, yekitî û lihevhatin in. Qonaxa wê ya herî dawî jî mirin, tinebûn e, geliyê melik e ku mar tê de zimanê xwe derxistiye. Şahmaran xelekek e.  Kralê zimanê xwe derdixe yanî qonaxa/geliyê mirinê, wê dixwe û dîsa ji nû ve zindî dibe.  Şahmaran di van 7 qonaxan/geliyan de girîngiya jiyana mirovan temsîl dike. Yek ji wateya herî girîng a li Şahmaranê hatiye barkirin jî ev e ku hêz demborî ye lê evîn mayînde ye. Hoste diyar dikin ku  Şahmaran mirov e û ne li dijî başî û ne jî li dijî xerabiyê ye. Tê gotin ku Şahmaran li dijî xerabitiyê başiyê tercîh dike. 


 MÊRDÎN