Yekşema li pêşiya me li Finlandiyayê hilbijartinên parlamenê hene û di van hilbijartinan de de şensê yekî ji namzetên Kurd jî heye ku bê hilbijartin. Em behsa namzetê Partiya Çep (Vasemmistoliitto= Hevgirtina Çepê), Said Moradi dikin. Moradî li ser hilbijartinan û bernameya xwe bi me re peyivî û banga dengdanê nexasim li hilbijêrên Kurd ên li Fînlandiyayê kir.

Said Moradi yê ku mastira muhendisiya hewa û fezayê û ya matematîkê çêkiriye, dibêje, di hilbijartinan de şensê partiya wî gelek e. Halê hazir di parlamena 200 kesî de 12 parlamenter ji partiya wî hene. Li gorî anketan ev hejmar wê zêde bibe û bibe 18. Moradi bi xwe hêvî dike hejmar ji vê jî zêdetir be.

Li gorî sîstema hilbijartinê ya Fînlandiyayê, tercîha nav jî tê kirin. Yanî heger ji herêmeke hilbijartinê, partiyek wê 3 kesan weke parlamenter bişîne parlamenê, ev ê ne bi rêza lîsteyê, li b rêza kesên herî zêde deng wergirtî bê diyar kirin.

3 mijarên esasî yên bernameyê

Me ji Said Moradî pirsî, bernameya te wê çi be; wî jî ji me re got, 3 mijarên esasî yên bernameya wî hene: Ya yekê, wekheviya mûçe ji bo jin û mêran, zêdekirina mûçeyê ewlekirina debarê; ya diduyê çêtirkirina sîstema xwendina bilind; a sisiyan jî çêkirina mekanîzmayên destwerdana xelkê di nava biryardayîna siyasî de, yanî kêmkirina tesîra lobiyan, xurtkirina tesîra cemawerê bixwe.

Li ser desteka civaka Kurd jî Said Moradi got, komeleyên Kurdan destekê didin wî, nexasim yên rewşenbîrî. Di çarçoveya siyasî de jî hemû aliyên li fînlandiya çalak li ser wî mitabiq bûne. Ji siyaseta Rojava heta bi ya Başûr, di ser malperên xwe re destekê didinê.

Kurd bila dengê xwe bidin

Moradi yê ku ev 19 sal in li Finlandiya dijî, ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Tevî ku gelek aliyên Kurd desteka xwe eşkere dikin ji bo wî, tirsa wî jî heye ku Kurd neçin ser sindoqan, yanîdengê xwe nedin. Ji ber wê jî vê bangê li Kurdên li Finlandiya dike; “Namzetê we jî heye. Yekşemê ji bo hilbijartinên parlamenê dengê xwe bidin.” Wî di dema propagandaya xwe ya hilbijartinê de jî bi Kurdî bang li hilbijêrên Kurd li Fînlandiyayê kir û ev banga xwe li ser medya civakî belav kir.

 

HELSINKI