Sakarya teqiya û hejiya
Li bajarê Tirkiyê Sakaryayê doh di karxaneya fîşekên hewayî de teqîneke mezin çêbû. Berpirsiyariya teqînê înîsiyatîfa Zarokên Agir girt ser xwe.
Li Tirkiyê li navçeya Hendek a Sakaryayê doh di fabrîkeya fîşekên hewayî de teqîneke mezin çêbû. Însiyatîfa Zarokên Agir berpirsiyariya çalakiyê da ser xwe. Di dema teqînê de bi qasî 150-200 mirov di fabrîkê de hebûne. Dema me nûçeya xwe amade dikir, qala 2 mirî û 76 birîndaran dihat kirin, lê heye ku ev hejmar zêdetir be. Serokomarê Tirk Erdogan jî agahiyên di vî warî de dubare kir û qala birîndarên rewşa wan giran kir. Teqîn ewçend mezin bû, ji aliyê cîhazên erdhejê ve jî hat qeydkirin. Jixwe di dîmenên medya civakî de jî mezinahiya teqînê xuya dike.
Piştî teqînê Wezîrê Karê Hundir Silêman Soylû, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca û Wezîrê Malbatê çûn cihê bûyerê.
Serokê Kizilaya Tirk Kerem Kinik xwest xelk bikeve malên xwe û hewayê nekişînin hinavên xwe. Wezîr hişyar kir ku ev qezayeke kîmyewî ye. Divê were îzolekirin.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koç jî diyar kir ku 85 ambûlans, 2 helîkopterên ambûlans, 11 tîmên YMKE çûne cihê bûyerê. Koca jî mirina 2 kesî piştrast kir.
Rayedarên dewleta Tirk jî dan xuyakirin ku teqîn ne normal e, û gelekî mezin e. SAKARYA