Malbat ji bo zarokên wan bibin xwedî kar pirr qîmetê nadin ziman. Dibêjin, wê xwe bi xwe hîn bibin. Halbûkî, divê dê û bav ewil ziman hînî zarokê bikin. Yan jî, ev ziman wê winda bibe. Ev yek dibe sedema windabûna çandan.”
SADIYE ESER / MA / STENBOL
Hunermenda Oksîtan a ji Fransayê Eleonore Fourniau, bi gelek zimanan distrê û Şakiro û Mihemed Arifê Cizrawî tesîr lê kirine. Eleonore bi Kurdî jî stranan dibêje, bi deng û muzîka xwe jî balê dikişîne ser xwe.
Hunermend Eleonore Fourniau di medyaya civakî û platformên muzîkê de bi stranên xwe yên bi Kurdî jî balê dikişîne ser xwe, di demên dawî de ji wan kesan e ku pirr tê guhdarîkirin. Eleonore Fourniau sala 1987’an li Parîsê hatiye dinê û 3 salan li Ozbekistanê maye û li vir hem beşa dîrokê xwendiye hem jî bi piyanoyê daketiye. Ji ber muzîka anatolyayê bala wê dikişîne, sala 2010’an tê Stenbolê û wextekê li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê perwerde dibe. Her wiha ji ber meraqa wê ya ji bo muzîka Kurdî, Dengbêj Xalîde wê perwerde dike. Fourniau, piştî demekê bi koma Esman re dixebite û niha jî li ser projeyên xwe yên bi navê Samaïa û Telli Turnalar dixebite.
Fourniau got, nêta wê ew bû salekê li Stenbolê bimîne, lê bere bere li cem bûye qerar demeke dirêjtir bimîne, helbet ji bo muzîkê: “Pêşî hem di warê deng hem jî di warê tembûrê de ez perwerde bûm. Paşê wekî xwendekara mêvan çûm Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê. Ez 3 salan li konservatuara zanîngehê mam. Lê belê ji mirovên li wir hînî gelek tiştan bûm. Min Mercan Erzîncan nas kir. Xwest ez û wê bi hev re bixebitin. Min û wê repertuwarek amade kir. Li Tirkiye û Ewrûpayê me gelek konser dan. Li konservatuarê min gelek kes nas kirin. Min wî wan hevalan komên muzîkê yên kurdî ava kirin. Bi vî awayî gelek tişt hîn bûm.”
Dengbêj Xalîde jê re bû mamoste
Eleomor Fourniau ya ku haya wê li Tirkiyeyê ji muzîka gel çê dibe, dibêje: “Tenê min dengê tembûrê bihîstibû. Min nizanibû ‘muzîka gelêrî’ çi ye? Jixwe, min bi Tirkî jî nizanibû. Wexta hînî tembûrê bûm, pêşî min li muzîka qewl û stranên gelêrî xist. Pêşî hay ji qewlan çêbûm.”
Eleonore diyar dike ku li konservatuarê ne mimkun bû ku ew hînî muzîka Kurdî bibe, lê belê bi zorê hînî Kurdî bûye. Ew dibêje, Dengbêj Xalîde di warê deng û gewriyê de ew perwerde kiriye û paşê hînî gotina stranan Kurdî bûye.
Çîroka asîmîlasyoneke kevin
Eleonor a ku li Fransayê weke oksîtan ji mêj hatine asîmîlekirin, rewşa Oksîtanî û Kurdî jî li ber hev wiha digire: “Em ji mêj e ku hatine asîmlekirin. Hîn jî li hin herêman ev ziman heye. Li hêla herêma em jê re dibêjin Bretonya yanî li rojavayê Fransayê dibistanên bi vî zimanî perwerdehiyê didin, hene. Dibistanên taybet in. Li herêma Baskê jî heman rewş heye. Ew der herêmên biçûk in. Lê belê li hêlên din ên Fransayê, piştî îhtilala Fransayê pêvajoya asîmlasyonê dest pê kir. Gel hat asîmîlekirin. Niha pirr hindik bi vî zimanî tê xeberdan. Wexta em biçûk bûn, bavê min bi vî zimanî bi me re xeber dida. Loma ez fêm dikim, lê her çend nêzî zimanê Fransî be jî, nikarim biaxivim.”
Xasma jî Şakiro
Eleonore Fourniau, îşaret bi wê yekê dike ku lo Tirkiyeyê asîmîlasyona dewletê li dijî Kurdan û otoasîmîlasyona nava malbatê di zikhev de ne û dibêje: “Malbat ji bo zarokên wan bibin xwedî kar pirr qîmetê nadin ziman. Çi kurdî, çi Lazî be dibêje, wê xwe bi xwe hîn bibin. Halbûkî, divê dê û bav ewil ziman hînî zarokê bikin. Yan jî ev ziman wê winda bibe. Ev yek dibe sedema windabûna çandan.”
Eleonore, Dengbêj Şakiro û Mihemed Arifê Cizrawî weke kesên tesîr lê kirî bi nav dike û dibêje: “Bi tesadufî bi hevalên xwe hay ji wan çêbûm. Dengbêj Şakiro bê înstruman dibêje. Dengekî wî yê pirr xurt heye. Pirr hakimê ziman e. Hinekî dişibînim muzîka rapê. Çanda gelekî ya bi sedan salan bi lêv dike. Gotinên wî hemûyan fêm nakim, lê dîsa jî lê guhdarî dikim. Dengê Mihemed Arifê Cizrawî dengekî hestiyar e û ji kûrayiya dil ve tesîrê li min dike.”
Tenê ma lê fêr bû
Eleonore Fourniau, li stranên Kurdî guhdarî dike û xwe bi xwe ji ber dike, bi gotina wê: “Loma dema distrêm hestiyar dibim. Çimkî, min bi xwe ew hilbijartin. Bi taybetî min xwest hîn bibim. Heger kesî alîkariya min bikirana, belkî min baştir bigotana. Di vî warî de tenê mam.
Lê belê ev hîn serê rê ye. Dixwazim hay ji stranên gelek dengbêjan çêbim. Loma divê ez bêhtir wexta xwe li cem wan mirovên bi vî hunerî re elaqedar bibihurînim.”