Di nava Kurdan de dengbêjî ne tenê gotina êş û eleman, keyfxweşî û evîndariyan, dengbêjî di heman demê de serpêhatî û dîroka Kurdan a devokî jî digihîne roja me. Tevî ku bi pêşveçûna serdema înternetê re eleqeya ji bo dengbêjiyê kêm bibe jî Caferê Farqînê yê ku wekî Şakiroyê biçûk tê nasîn bi deng û awazê xwe guhdarên xwe mest dike.
Caferê Farqîniyê ku klamên ku ber bi tunebûnê ve diçin distêre ji klamên ku bavê wî guhdar dike tesîr dibe. Caferê Farqînî diyar kir ku ew herî zêde ji dengbêjên Serhedê yê navdar Şakiro gelekî guhdar kiriye û ji klamên wî bitesîr bûye. Caferê Farqînê got; "Min Zehro, Kazo, Şakiro guhdar kir. Lê tesîra Şakiro li ser min zêde bû. Lewma min hema hema hemû klamên wî guhdar kir. Min hemû klamên wî jiber kirin. Malbata min jî li hemberî rewşa min matmayî dima û gotin, 'tu gelekî xweş dibêjî.' Ez jî gelekî keyfxweş dibûm. Dema ku tu biçûk bî û ji malbata xwe gotineke wisa bibihîzî dê hê keyfxweştir bî. Qasî ku min klam digotin ew jî keyfxweş dibûn. Min dengbêjiya xwe li Afyonê destpê kir."
Ji zeviyan ber bi dikeyê ve
Caferê Farqînî diyar kir ku dema ku ew li Afyonê bi malbata xwe re dijiya piştre bi malbata xwe re koçî Êlihê kiriye û wiha axivî: "Ez li Afyonê mam, piştre jî li Manîsayê di zeviyan de xebitîm. Xizmên min her kêlîka ku min klam distirîn kişandin kamerayan û derbasî malperan kirin. Xebatkarên Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê piştî ku van dîmenan temaşe dikin bi min re ketin nava peywendiyan û xwestin ez tevlî mîhrîcana Amedê bibim. Ji ber ku min debara mala xwe di zeviyên îsotê de dikir, min got; 'ez nikarim tevlî mîhrîcanê bibim.' Dema ku wan jî pir israr kir ez hatim û wekî ciwaneke dengbêj derketim pêşberî deh hezar kesî. Ev du sal in ez di binya Komeleya Çand û Hûnerê ya Dîcle û Firatê de dixebitim." Caferê Farqînî anî ziman ku piştî ew hatiye Amedê hînî xwendin û nivîsandinê bûye û destnîşan kir ku ev 7 sal in ew dengbêjiyê dike û li konservatuara Aram Tîgranê jî perwerdehî dîtiye."
Ji bo ciwanên Kurd bangawazî
Caferê Farqînî bibîr xist ku dengbêjî ber bi tunebûnê ve diçe û wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Dengbêjî çanda bav û kalên me ye. Ji wê demê ta niha xwe domandiye lê ji ber ku eleqeya tê xwestin tune ye ber bi tunebûnê ve diçe. Dengbêjî çand û hûnera me ye. Em naxwazin xilas bibe. Ez bang li ciwanên Kurd dikim ku bila nehêlin ev çanda zêrîn tune bibe, bila nekeve bin dest û lingan."
DÎHA/AMED