Sala me û sala xelkê ne yek e, nabe yek. Ji ber ku erdên me çiyayên me, roj û şevên me neyek in. Bîhna deryayê ji erdên me nafûre, lê dema berêvareke havînê barenek lê dibare, ax difure. Erê ax difure, ji ber wê jî sala me û salnameya me xwerû ya me ye. Ji ber çandiniyê, sewalkeriyê û bazirganiya çiyê û çolê, salnameya me ne bi hefteyan, bi çilan, bi dehan û heştan teqsîmkiriye. Li gorî rojên taybet û demên taybet ên salê ji bo çandinî, sewalkerî, nêçîrvanî û bazirganiyê li erdnîgariya welatê me, salnameya me jî dabeşkiriye.
Heştên nîskan ji bo çandina nîskan, dehê nehkan ji bo çandina nehkan, çilê zivistanê û çilê havînê ji bo zivistan û havîna dijwar, beşên vê salnameya me ne. Di salnameya me de qulibîna salê xwedî îhtîmameke mezin e. Ji ber ku sala me bi biharê re dest pê dike û em lê mikur werin ku Newroz di nava Kurdan de berê bêhtir weke sersal navdar bû, û roja Newrozê jî roja sersalê bû. Lê dema heta bi vê sersalê ji bo civaka Kurd û cemaetên cihê yên çiyayên Kurdistanê û deştên wê, demeke pirr girîng e. Lewma zad û qûtê salê yê ji çandiniyê, êmê heywanan êdî li ber nemanê ye. Qediya, ha qediya. Heger zivistaneke ji hedê xwe zêdetir bê, bihar bi derengî bikeve, dibe ku zad û qûtê salê heta bi destpêka biharê negihe. Dibe ku rê li ber telefbûna pez û dewaran veke; heta dibe ku rê li ber xelayekê veke, heta ku bihar bê, pez têr bixwe û giya û pincarên çol û çiyê karibin xelkê xwedî bikin.
Ji ber wê jî rîtuelên serê salê di Kurmanciyê de ji beriya bi mehekê dest pê dikin. Sewîl tên şikandin di adarû de, bi dawî bûna Zîpa re seyran tên kirin û piştî Zîpa jî di çarşema dawî ya beriya sersalê de ango roja sal diqulibe, ha wê çarşemê jî seyrana bi roj heye û bi şev jî di ser êgir re xwe qevaztin heye, ku bela û nexêra parsalê li aliyê din ê êgir tê hiştin. Agirê Newrozê, yan jî sersalê bi xwe, agirekî her kesî ye, heta gelek caran gelek gundan, herî ji aliyê xwe ve çend piştî dianîn û li ser girekî ji hemû gundan ve xuya ve, agirê xwe yê sersalê kolektîf pê dixistin.
Tenê sewalkerî û çandinî nîne, di heman demê de bazirganî jî heye di vê salnameyê de ku weke mînak divê mirov karwanekî şeva Seydika Sîpanan bi rê ve nebe û li cihekî ewle wê şevê derbas bike. Ev şeva ku bi hesabê Kurmacî Çileyê Pêşî diqulibe Çileyê Paşîn e, li gorî baweriyê vê rojê ewqas ba, pûk, qeşa dikeve ku mirovê ji der wê nikaribe sax bifilite. Heta di nava xelkê de çîroka Enter jî li ser vê şevê tê gotin ku bi xwe, wê şevê ji mirinê difilite bi xêra wê yekê ku ûr û doranên devehkê derdixe û di nava cendekê wê de xwe diparêze.
Ji bilî van, nêçîrê jî di vê salnameyê cihê xwe ji xwe re veqetandiye. Ji bo nêçîrê jî heştên muhim hene ku yek ji wan jî di navbera du çiriyan de ye, ango çarên dawî yên Çiriye Pêşî û çarên dawî yên Çiriya Paşîn, ku dikir ku di van rojên seydê de, ew nêçîrvanên nexweş bikin axîn û nalîn:
Hesab û hesabdarên me vêketin
Herê dibê, Çirî çi çoye, pa ne çi maye
Erê Çiriya Ewel xelas bû, ya paşî çare maye
Ay lê, ay lê li min
Bi vê lawijoka Hey Bêlo, Mehdiyê Evdilqadirê Ripinî, kul û kovanên wî nêçîrvanê ku ji çar rojên pêşî yê nêçîra salê mayî, bi gewde dike. Bi her halî gotina min ew e, her kes dikare li hawîrdora xwe salnameyeke herêmî ya Kurmanciyê amade bike, salname, tenê salname nînin, ew nasname ne jî.
Dema vê nivîsê bi dawî dikim dixwazim balê bikişînim ser girîngiya zanîna bi qîmetê tecrûbeyên civakî yên bi rîtuelan yan jî devkî tên neqilkirin. Hukmê ku wan pişûk dibîne hukmekî îdeolojîk ê ku xwe ji kaniya modernîzmê xwedî dike, guh medin wê, ew tecrûbe û encamên wan qismek ji mayeya me ya civakî ne. Çawa ku helbesta strana Miradê Kinê yê rehmetî ya "Ya go mi digo, ev a", ne kêmtir e ji helbesteke modern a serketî, ev mayeya hanê jî bi giştî ne kêmtir e ji destketiyên modernîzmê bi giştî. Ji ber wê jî kerem kin û hûn jî bi van gotinan xenî bibin:
Ev a, ev a ev a, ya go dibêjim ev a
Xewa çavê´m nayê, ne bi roj û ne bi şeva
Sed qîzî bidin mi, ez bi wan qaîl nabim
Derdê min şîrîn a, ez wê nadim bi teva
Dilê xwe raxistî bi gul û beybûna
Xewa çavê´m nayê, ne bi roj û ne bi şeva