Berxwedana dîrokî ya şervanên YPG û YPJ’ê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê, di rojên dawî yên sala 2014’an de jî bi heybetî dewam dike. Li Kobanê ya ku şervanên YPG û YPJ’ê çalakiyên paqijkirina bajêr ji çeteyan didomînin, Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim, sala 2014’an û bendewariyên ji sala 2015’an nirxand.
Muslim diyar kir ku sala 2014’an ji bo gelên Sûriye û Rojhilata Navîn saleke zehmet bû û diyar kir, ku hêzên naxwazin gelên Rojhilata Navîn di nava sîstemeke demokratîk de bijîn, bi destê çeteyên DAIŞ‘ê li hemberî gelên li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li hemberî Rojava polîtîkayên komkujiyê meşandine. Muslim anî ziman ku di vê çarçoveyê de Kantona Kobanê bi taybetî hedef hatiye girtin, ji sê aliyan ve hatiye dorpêçkirin û armanca van êrîşan, têkbirina avakirina sîstema xweseriyê, ku dikare ji avabûna Sûriyeyê re bibe model, bibe pêşeng.
‘Dixwazin vîna me bişkênin’
Muslim da zanîn ku DAIŞ hêzeke herêmî nîne, berevajî rêxistineke terorê ya ji aliyê hin derdorên li gelemperiya cîhanê ve tê destekirin. Muslim bilêv kir ku plana dagirkirina Kobanê di çarçoveya planên welatên destekê didin DAIŞ‘ê de hatiye kirin û wiha got: “DAIŞ’ê bi alîkariya destekdarên xwe re berê xwe da Kobanê û Şengalê. Terorîstên DAIŞ’ê xwestin Kurd, mirovên sîvîl ên bêçek ên li Kobanê û Şengalê, di komkujiyê re derbas bikin. Ji hin aliyan ve ev yek li Şengalê pêk anî. Lê belê ji ber tedbîran li Kobanê ev armanca DAIŞ’ê hat pûçkirin. Ji ber êrîşên DAIŞ‘ê jinan, zarokan jiyana xwe ji dest dan. Bi deh hezaran mirov ji cih û warên xwe bûn. Vê yekê ev nîşanî me da: Armanc ne tenê qetil kirine, di heman demê de bê vîn hiştin, teslîmgirtin û daneqebûlkirina koledariyê ye.”
‘Kobanê bû sembola berxwedanê’
Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim destnîşan kir ku ligel êrîşeke berfireh jî Kantona Kobanê pêk hat lê ligel vê yêkê Kobanê bû sembola berxwedana û ciwanên Kobanê bi ciwanên ji 3 parçeyên Kurdistanê hatin re, li dijî çeteyên DAIŞ’ê “berxwedaneke bêhempa û canfedayî” nîşan dan û xaka xwe parastin. Muslim diyar kir ku berxwedana Kobanê di rojeva cîhanê de cih girt û ji ber vê yêkê gelên mezlum berê xwe danê û wiha pê de çû: “Jinan bi taybetî piştgirî dan jinên xaka xwe diparêzin. DAIŞ‘ê gund dagirkirin, bajar şewitand, bi deh hezaran mirov neçar man xaka xwe terkbikin. Ji ber vê yêkê saleke zehmet derbas kirin. Lê belê Kobaniyên li dijî komkujiyê berxwedaneke dîrokî nîşan da û komkujî û înkar qebûl nekir.”
Girîngiya yekîtiya neteweyî
Serokwezîr Enwer Muslim diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên sala 2014’an di heman demê de girîngiya yekîtiya neteweyî careke din raxistiye pêş çavan.
Muslim da xuyakirin ku ne tenê li Rojava, li her çar aliyên Kurdistanê Kurdan daxwazên xwe yên azadiyê derxistine nuqteya herî bilind û ji bo avakirina Rojhilata Navîn a azad û demokratîk di nava hewldanande ye. Muslim ragihand ku berxwedêrên li Kobanê, ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo jiyaneke azad û demokratîk li ber xwe didin û soza avakirina sîstemeke demokratîk û azadkirina hemû gelan dane û destnîşan kir ku sala 2015’an wê bibe sala bersiva li van sozan.”
ÇAGDAŞ KAPLAN / MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK/DÎHA/KOBANÊ