Civaka Kurd a klasîk li Bakur bi axaftinê Kurdî heta îro parast, lê aşê bişaftinê Kurdî di nav xwe de hêrand. Kurdî îro zêdetir wek aksiyoneke rewşenbîrî tê dîtin, ne wek tiştekî jiyanî û asayî.
TAYÎP TEMEL*
“Texeyulkirina zimanekî, texeyulkirina terzeke jiyanê ye”
Wittgenstein
Ziman bi her tiştî re bi têra xwe tê têkildarkirin. Di nav romantîzm û rasteqîniya civakî de rol û mîsyonek jê re her tim tê gengeşekirin. Ziman geh di ser polîtîkayê re tê nirxandin, geh wek alaveke polîtîk, geh wek meydaneke berxwedanê, geh jî êdî wek sembolekê. Di dîrokê de serencamên gelek zimanan rewş û aqûbeta axêverên wan zimanan didin der. Dîrok wek goristaneke zimanan e.
Bûyerên polîtîk herî zêde encaman li ser rewşa zimanî dikin. Ji ber ku ziman nosyoneke bingehîn û damezrîner e, avakirina desthilatiyê jî veçirandina desthilatiyê jî ji wir dest pê dike. Nemaze di sed salên dawîn de û nemaze li Rojhilata Navîn ziman wek mijareke mihendîsiyê, di avakirina nîzama siyasî û civakî de bi roleke sereke rabûye û pê radibe. Zimanên bi dezavantaj û ji îmkan û amrazên desthilatiyê mehrûm in, zêdetir di aşê serweriyê de tên hêrandin û nikarin xwe li ber bayê zemên bigirin. Labîrenta hebûn û tunebûnê, gerîneka têkçûn û vejînê ya zimanan, wek serboriya netewe/civakan e. Ziman embara netewe/civakan e, geh arezûya nostaljiyê dermale dike, geh dahatûyê ava dike.
Ziman panjehra kolonyalîzmê ye
Li Bakurê Kurdistanê, di van demên dawî de, ji bo ku balê bibe ser rewşa zimanî û xetera bişaftinê bixe rojeva Kurdan, hin hewldan tên kirin, hin teşebis dest pê dikin. Herî dawî bi navê Tora Ziman û Çandan deklarasyonek hat weşandin û zengilê alarmeke zimanî bo Kurdî lêxist. Nemaze piştî tayînkirina qeyûman û rekolonîzekirina sîstema dewleta Tirk, êrişên li ser Kurdî jî bi hêztir û bi sîstematîktir tên meşandin. Ew êriş tenê ne Bakur, her wisa êdî di pratîkê de Rojava jî şimûl dike. Hemû meydanên girseyî li Kurdî tên girtin û reftara li dijî Kurdî, bergeh û çarçoveya reftara li dijî Kurdan jî krîstalîze dike. Ji ber ku Kurdî tê qedexekirin, ji ber ku Kurdî ji qada girseyî tê bidûrxistin, ji ber ku alava kolonîzekirina Kurdan bi rêya qedexekirin û êrişa li dijî Kurdî tê meşandin, lewre jî helwêsta ji bo Kurdî jî bi têra xwe helwêsteke dekolonyal e. Veçirandina mêtingehiyê, bi qayîmkirina zimanê ku dixwaze bê tinekirin pêkan e; lewre ziman panjehra kolonyalîzmê ye.
Kurd kiredeyê vejandina Kurdî ne
Ihtîmal e ku Kurdî ji sed sal berê zêdetir tê xwendin û nivîsîn, lê gelo Kurd ji sed sal berê zêdetir bi Kurdî diaxivin yan na? Mixabin na! Civaka Kurd a klasîk li Bakur bi axaftinê Kurdî heta îro parast, lê aşê bişaftinê Kurdî di nav xwe de hêrand. Kurdî îro zêdetir wek aksiyoneke rewşenbîrî tê dîtin, ne wek tiştekî jiyanî û asayî. Di jiyana cemawerî de Kurdî ji rewacê dikeve. Wateyên ku li kurdî tên barkirin, ji mîsyona zimanekî wêdetir û zêdetir in.
Ji bo serdestan, payeya ji bo Kurdî hatiye dayîn, asûna ji bo Kurdî hatiye terxankirin, aşkera ye. Lê divê bê gotin, aktor û kirdeyê parastina Kurdî jî, vejandin û nirxdarkirina wê jî Kurd bi xwe ne. Tenê kurd dê bikaribin zimanê xwe bînin dereceya zimanekî berhemhênanê û jiyana xwe li dor wê yekê ava bikin. Kurdî alava sereke ya vesazkirina dahatûyê ye.
Ji bo Kurdî jî derfet dikarin bên afirandin
Kurd ji pênc sal berê jî, ji pêncî sal berê jî, ji sed sal berê jî bi hêztir, li meydana navneteweyî bi rewactir û di dilê gelên cîhanê de xwedî payeyeke giranbihatir in. Ev dînamîzma ku li dor Kurdan derketiye meydanê fersendên mezin dide da ku têkoşîna wan a hebûnê bigihîje qonaxa serfiraziyê. Di werçerxeke dîrokî de, ev fersend dikare ji bo Kurdî jî bê afirandin û dinamîzekirin. Têkoşîna ji bo Kurdî ji bilî Kurdan, çiqas bibe têkoşîneke navneteweyî dê encamên dîrokî jî bi xwe re bîne. Lewre têkoşîna siyasî û ya zimanî bi hev ve girêdayî ye û encamên wan, rengvedanên wan nikare bê cudakirin.
Bûyerên siyasî û rengvedanên wê, mesûliyetên mezin li ser tevahiya Kurdan ferz dikin. Kurd dikarin bibin mîmarên dîwarê xwe û sala 2020’an bikin sala seferberiyeke zimanî û destketiyên dîrokî bi dest bixin. Kurdî meydaneke berxwedanê û parçeyekî têkoşîna man û nemanê ye. Loma jî divê Kurd zêdetir li hev bicivin û toreke berfirehtir û karîgertir ava bikin.
Ji bo yekîtiya neteweyî alava damezrîner
Ji bo ku hewldana avakirina yekîtiya neteweyî nebe îlûzyoneke modern û enerjiya Kurdan berhewa neke, ziman dikare bibe alaveke bingehîn û damezrîner. Tehdîda li ser Kurdan, tehdîda li ser Kurdî jî ye. Tiştê di pratîkê de pêk tê, ev e. Lewre xurtkirina xebatên ji bo Kurdî, dê hêzê bide hewldana avakirina yekîtiya neteweyî jî. Avakirin û berfirehkirina toreke Kurdî, dê danûstandinên di navbera aliyên Kurdan de bi hêztir bike. Diyarkirina polîtîkayeke zimanî, zelalkirina bernameya nexşerêyeke demdirêj û damezrandina plansaziyekê erkeke sereke ya vê serdemê ye û li ser hemû Kurdan ferz e.
Dozaja êrişên li ser Kurdan, dibe ku di nava rewşenbîr, zimanzan û nivîskaran de bûye sedema nemana hêviyê. Lê ziman hê jî meydaneke mezin a berxwedanê ye. Ji bo ku ew meydana berxwedanê destketiyên siyasî yên mayînde bi xwe re bîne, pêwîstî zêdetir bi xurtkirina wê berxwedanê heye. Rewşa Kurdî ya îro, xisarên bingehîn ên li ser zarokên Kurd û nifşên nû, banga berxwedanê ye ji bo hemû Kurdan.
* Parlêmenterê HDP´ê, nivîskarê e-rojnameyê ye.