Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 56 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger de ye, ji bo sala nû peyam şand.

Guven di peyama xwe de dibêje, “Civak dema ku dikevin sala nû, dixwazin xwestekên wan bi cih werin. Her kes dixwaze aştiyeke civakî pêk were. Ji bo vê jî li her warî têdikoşin. Di serê sala 2018’an de dilê Kurdan li Efrînê lêdixist. Di serê sala 2019’an de jî ev dil li Kobanê lêdixe.

Em bi berxwedanê ketin sala nû

Êş neguherîn û şer zêdetir bûn. Jin dîsa bûn qurbana şideta mêran, heps hatin tijîkirin, bêhiqûqî didome. Di sala 2018’an de zext û êrişên desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê domiyan. Kesên ku îradeyên gelê Kurd bûn, hatin girtin. Ji ber ku xwestin azadiya ramanê hebe, hizra xwe îfade kirin, her kes hat dadgehkirin. Di payîza 2018’an de berxwedana ji bo rakirina tecrîdê hate destpêkirin. Hesteke xweş e ku em bi berxwedanê dikevin sala nû. Ev mizgîniyê dide me ku berxwedan wê di sala 2019’an de jî bidome. Em dikarin bi berxwedanê tecrîdê rakin.

Wê bibe sala azadiyê

Sala 2019’an wê bibe sala azadiyê. Wê jiyaneke demokratîk li vê erdnîgariyê pêk were. Bi hêviya ku di vê sala nû de birçîbûn, sefalet, bêkarî, îstîsmara zarokan, girtin û kuştin tinebe, ez sala nû ya berxwedêran pîroz dikim. Bila sala nû bibe sala serketina berxwedanê.” 

 

MA/AMED