YPG´ê di bîlançoya 2018´an de ragihand ku di her du qonaxên berxwedana Efrînê de 2772 dagirker hatine kuştin. Di operasyonê taybet ên hêzên wê de jî 107 DAIŞ´ê hatine girtin û 235 endamên komîn çete jî hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bîlançoya giştî ya sala 2018’an a YPG’ê weşand.
YPG’ê di destpêka daxuyaniya dazanîna bîlançoya xwe de got, “Gelên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê ku bi armanca parastina nirxên çandî yên mirovahî bi rêxistinbûna xwe pêşengiya têkoşînên şoreşgeriyê kir û ji bo pêkanîna vê erka dîrokî bi hezaran şervanên xwe yên egîd re di nav şerekî dijwar de cihê xwe girt. Îro bi berxwedana lehengane ya ku li Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê tê raberkirin, barhilgiriya van nirxan dike. Weke ku li hember rêxistina terorî ya DAIŞ, li hember artêşa Tirk a dagirker ya ku êrişî nirxên gelê me dike jî berxwedaneke bêhempaheye”.
Di qonaxa 1´ê de 2422 dagirker hatin kuştin
YPG´ê sala 2018´an weke saleke berxwedan û serketinên mezin bi nav kir û agahiyên hûrgilî dan. YPG´ê bîlançoya berxwedana serdemê cihê di nava bîlançoyê de bi cih kir. Li gorî vê, di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de ku ji 20’ê Çile heta 18’ê Adarê dewam kir, hêzên YPG´ê 900 çalakî kirin, 2 helîkopter, droneek, balefireke bê mirova têpa Bayraktar, 122 maşînên eskerî (tank, zirxî û yên din), 2 maşînên bombebarkirî û motorek îmha kirin. Di van çalakiyan de 2422 hêzên dagirker hatine kuştin. Di vê dagirkeriyê de ku bi 1098 êrişên hewayî, qederê 4 hezar êrişên bi çekên giran de 51 jê zarok, 42 jê jin, 224 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 544 şervanên YPG/YPJ´ê jî şehîd bûn.
Qonaxa duyem dev ji dagirkeran bernade
YPG´ê wekî din da zanîn ku di qonaxa duyemîn ya Berxwedana Serdemê ya Efrînê de ji 18’ê Adarê û pê ve, hêzên wan 147 çalakî li dijî hêzên dagirker kirine, û 6 jê payebilidn 65 eskerên Tirk û 8 jê serçete 285 endamên komên wê yên çete hatine kuştin. Wekî din 18 eskerên Tirk û 153 endamên komên wê yên çete jî hatine birîndarkirin.
Di van çalakiyan de 36 maşînên eskerî, tangek (T55), panzêrek, pîqapek, 3 motorsiklêt û baregehek hatin îmhakirin.
YPG´ê da zanîn ku di çalakiyan û êrişên hewayî de 16 jê ervanên YPJ´ê bi giştî 56 şervanên wan şehîd bûne û şervanekî wan jî dîl ketiye destê dagirkeran.
Êrişên Tirkiyeyê yên din
Li derveyî dagirkeriya li Efrînê, YPG´ê da zanîn ku sala 2018’an, artêşa Tirk li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê 53 caran êrişî çeperên hêzên wan û sivîlan kiriye û di encamê de 3 jê zarok 13 sivîl birîndar bûne, yek jê zarok 2 sivîl hatine qetilkirin, 2 zarokan jî li ser sînor pê li mayîna Tirkan kiriye û jiyana xwe ji dest dane. Di êrişan de endamekî Hêzên Senadîd, 2 endamên Erka Xweparastinê û 2 xebatkarên çapemeniyê jî birîndar bûn. Di encama bersiva YPG´ê de 2 eskerên Tirk hatine kuştin.
Şerê li dijî DAIŞ´ê
Li gorî bîlançoyê, di 590 operasyonên Tîmên Operasyonên Taybet û 45 operasyonên Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) de 5 jê biyanî, bi giştî 107 endamên DAIŞ’ê hatin girtin,2 jê serçete bi giştî 204 çeteyên DAIŞ’ê û 31 çeteyên li herêmê veşartî hatin kuştin. Di encama operasyonan de 55 hewldanên êrişan jî hatin pûçkirin 6 jinên Êzîdî û zarokek hatin rizgarkirin.
Karwanê nemiran
YPG´ê li ser şehîdên xwe jî ev agahî dan: “Di çarçoveya qonaxa yekemîn û duyemîn ya Berxwedana Serdemê ya Efrînê de 600, di Pêngava Bagera Cizîrê de 201, di encama qezayên trafîkê û qezayên din de 61, di encama nexweşiyên giran û qrîza dil de 20, operasyona paqijkirina berhemên çeteyên DAIŞ’ê ya Reqayê de 7, di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser sînor 5 şervanên me şehîd bûn. Di dirêjahiya salê de bi giştî 894 şervanên me tevlî karwanên nemiran bûn.”
NAVENDA NÛÇEYAN