Pirtûka Ezîzê Zîyo Bedirxan a li ser Mustafa Barzanî, Çûna wî ya Sovyetê û serpêhatiya wî ya li wê derê, niha bi wergera Têmûrê Xelîl Mûradov bi Kurmancî wê derbiçe. Weşanxaneya ku wê çap bike, Weşanxaneya Doz e.

Di kitêbê da malûmatên balkêş hene li ser serdanên Mela Mustefa Barzanî li Ozbekistan, Ermenîstan, Azerbeycanê. Her wiha agahiyên derheqê mayîna wî ya demdirêj li Moskvayê, ku xanîyê lê maye îro bûye mûzêya ser navê wî.

Îsal di nûçeyeke me de me dabû zanîn ku Mustafa Barzanî di dema mana xwe ya li Sovyetan de mudaxilî karûbarên Partiya Demokrat a Azerbaycanê û xasma jî hewldanên wî yên ji bo lawazkirina Rehîm Qazî di nava wê partiyê de û di nava Kurdên li Azerbaycanê de bi giştî. Ev agahî jî ji lêkolîna arşîvên Sovyetê ya Cemil Hesenli di beşa “Kurd siyasi muhacirlerinin Baki ve Moskva merkezleri arasinda ixtilaflari (Îxtîlafên navbera muhacirên siyasî yên Kurd ên li navendên Baku û Moskovê) de hatibû wergirtin. Ev agahiyên ahnê ku her wiha îşaret bi aliyekî din ê çalakiyên siyasî yên Barzanî li Sovyetê dikin, di vê pirtûka Ezîzê Zîyo Bedirxan de cih nagirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN