Ozdemîr ê ku çend roj beriya niha li Nexweşxaneya Zanîngeha Brûkselê hatibû emelyatkirin, di odeya rewşa giran de, îro di saetên danê nîvroyê de jiyana xwe ji dest da.

Ozdemîr di sala 1960’an de li navçeya Mêzgêr a Dersimê jidayîk bûye. Di temenê xwe yê ciwantiyê de Tevgera Azadiya Kurd nas dike. Ozdemîr ê ku di nava têkoşînê de cih girt, 22 salan di girtîgehên Tirkiyeyê de maye. Ozdemîr ê ku di nava tevgera siyasî ya Kurd de cih girt, piştî ku ji girtîgehê hate berdan ji neçarî derbasî Ewropa bû. Ozdemîr li Ewropayê di saziya çapemeniya azad de xebitî, di Roj TV, Nûçe TV û Med Nûçe TV de kar kir. Herî dawî Ozdemîr di desteya weşana Med Nûçe TV de erkdar bû.


YRD: Ozdemîr xwe ji dayîna berdêlên giran venegirt

Koordînasyona YRD’ê têkildarî wefata Ozdemir peyamek weşand. Di peyama YRD’ê de wiha hate goti: “Hevrê Salih, ku emrê wî di nava refên têkoşîna azadiyê de derbas bû, ji ber nexweşiya kujer tevlî karwanê nemiran bû. Bicihanîna xewn û xeyalên wî, bi ser xistina daxwazên wî, ji bo me hevrêyan êdî erk û wezîfeyek e. Weke Koordînasyona YRD’ê û xebatkarên çapemeniya azad, em soz didin ku em ê vê wezîfeya bi rûmet bi cih bînin û ji malbata hêja ya hevrêyê me Salih, hevalên wî yên kar û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.”

BRÛKSEL