Deng li bin guhê dîwarên tazî dikeve û li holê vedide; mirov pê dihise ku ew hol, yeke beton û hêwî ye. Ha ew deng xwe digihîne teybekê û li kasetekê qeyd dibe. Çend dengên ji hev kifş dibin, bi zelalî stranên Kurmanciyê dibêjin. Bi ûsûlê Colemêrgê yê li hev vegerandinê ew vê stranê dibêjin. Bi awayekî eşkere guhên elimî nas dikin; ev ew cureyê jê re "çêrê daweta" tê gotin e. Ev çêra dawetê Şalûlvano ye. Ji bo ku yên ne ehlê meselê em bibêjin, li çiyayên Hekariya û qismî li yên Botanê jî ev çêrên dawetan para bêhtir bêyî înstrumanan dihatin gotin. Ev li sedema van xetên jor vegerin, Kenan Colemêrgî, ew kaseta hanê ya li jor me behsa wê kir, peyda kiriye û di ser kanala xwe ya Youtubê re weşandiye. Em agahiyên li ser qeydiya deng jî fêr dibin: Kaset sala 1983’yan hatiye qeydkirin; ew dîwarên ku mirov ji dengê qeydiyê jî pê dihise hêwî ne, yên hepsa Geverê ne. Ew, diduyan ji kesên şalûlvano (bi devoka Colmêrgê 'Şelîlvano') dibêjin, nas dike. Yek jê Evdila Zerende ji Şemizdînan e, yê din jî Mela Ubeydê Guzereşî ye. Kesê sisiyan kî ye, ew tê dernaxe. Belkî bi belavbûna dengê tomarkirî re hin kesên din vî dengî nas bikin û em navê wî fêr bibin. Şairên mehkûm Ka ev mehkûm yan jî girtiyên di Hepsa Geverê de çima girtîne, em nizanin, lê diyar e, ji bo wan muhim bû ku bên cem hev û van stranan bibêjin. Lê ne tenê wan bibêjin her wiha qeyd bikin. Bi hizra Kenan Colemêrgî wan gelek stran tomar kirine, lê wî kariye xwe bigihîne vê strana Şalûlvano. Ha em ji bîr nekin, li Colemêrg û Botanê ev dengxweş û dengbêjên civakê her şair in. Lihevvegerandina du evîndaran Ew çîroka Şalûlvano jî bi kurtî vedibêje; de ne, şalûl dengxweş e lê bela serê cotkar û gundiyan e, lewma ew li mêşên hingiv avê jî venaxwe. Ji ber wê, xasma li gundên çiyayî şalûlvan hebûn ji bo ku şalûlan dûrî mêşên li gund û zeviyan bigirin. Ha ev stran behsa evîna şalûlvanekî û keçekê (weke zerî bi nav dike) dike. Kenan Colemêrgî wiha behsa vê çêra dawetê dike: "Pêşiyê zerî ji şalûlvano re deng dike, paşê şalûlvan ji zerî re bendan dirise. Tiştê ku herî zêde ji stranên Kurdî hez dikim ew e ku ew hunera retorikê ye, hinek caran dibêjim "ma hemû peyv ev qas bi hevûdu re tên! Ev ziman bes tenê ji wêje û stranan re ava bûye" bi rastî jî wesa li Zimanê Kurdî hemû peyv ji peyveke din re an ku peyveke têkildar re ava bûye, deng yekoyeko li ser hev tên. Helbet tişteke din heye, ew jî rengdêr(adjective) in. Dibêjin ku di stran, wêje û axavtina rojane yên zimanekê de çend zêde rengdêr(hevalnav) hebin ew qas ew ziman pêşketiye. Belê min heta niha ti zimaneke din nas nekir ji bo vê tiştê ev qas pêşketî. Cihekê zerî ji şalûlvanî re dibêje; "Hekû tu yarê min bî Nişana eniyê zer e" NAVENDA NÛÇEYAN https://www.youtube.com/watch?v=YpKnp6SfQ28&feature=youtu.be