Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, 15’ê Tebaxa sala 2000’î bombe li zozanên Kendekolayê yên li sêgoşeya Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê barandin û 40 kes kuştin.
Mirovên ji eşîra Herkî, beriya niha bi 18 salan dema derketin zozanên Kendekolayê ji bo çêrandina heywanên xwe, ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn kuştin. Di komkujiyê de 40 kes miribûn, 25 kes jî birîndar bûbûn. Raya giştî komkujî ji nedîtî ve hat û dewleta Tirk bi cesareta ji vê yekê girtî hîn jî komkujiyan dike.
13 jê jin, 11 jî zarok bûn
Ji kesên hatin kuştin, 13 jê jin, 11 jî zarok bûn. Zêdeyî 25 kes jî birîndar bûbûn. Li gorî şahidan, hin cenazeyên koçeran piştî 15 rojan hatibûn dîtin. Cenazeyên hinek ji wan jî nehatin dîtin.
Bêrîtan a 4 salî
Xizmên qurbaniyan gotin, di nava qurbaniyan de dayika ku saetek beriya komkujiyê zarok jê re çêbûbû û pitika wê jî hebûn.
Yek ji mirovên hatin kuştin, Bêrîtan a 4 salî bû.
Hikumeta Başûr bêdeng ma
Hikumeta Başûrê Kurdistanê, rêveberiya Bexdayê û raya giştî ya cîhanê li hemberî komkujiyê helwest nîşan nedan. Dewleta Tirk jî mîna her carê derew kir û îdîa kir ku li kampên gerîla xistiye. Piştre daxuyakirin ku bi şaşitî bomberdûman hatiye kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN