38. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi coş hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de li peyama bi dîmen a Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû hate temaşekirin. Piştre Kawa Ûrmiye, Azad Karahan, Hozan Comert, Hîcron û Koma Dem derketin ser dikê. Her wiha Koma Govendê ya Raperîn û Koma Govendê ya Arîn Mîrkan govenda ji herêmên Wan û Rojava pêşkêş kirin. Girseya gel tim û tim dirûşmên “Bijî Serok Apo” qîriya. Roja Sor a Kurdistanê jî li vê derê stand vekir. 


 VIYANA