VÎLLÎERS-LE-BEL: Li Vîllîers-le-Bel, ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên ‘terorê’ were derxistin, bi pêşengiya Ciwanên Azad Parîsê meşek hate lidarxistin. Kurdistaniyên li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan, tevî alên PKK’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta ber gar a Vîllîers-le-Bel meşiyan. Di meşê de ciwanan dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Dîktator Erdogan” qîriyan.

EVRY: Li bajarê Evry jî bi heman armancê meşek bi meşaleyan hate lidarxistin. Saet di 18:00 de Kurdistanî li ber avahiya Şaredariya Grîgnyê li hev civiyan û ber bi Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Evry ve meşiyan. Li pêşiya navendê daxuyaniyek hate dayîn û hat gotin, “Heta tecrîda li ser Rêberê me bê rakirin û dawî li polîtîkayên qirkirinê yên li dijî siyasetmedarên Kurd bê anîn, em ê li her cihî çalakiyan lidar bixin.” Di dawiya çalakiyê de ji bo pîrozkirina 38. salvegera damezrandina PKK’ê fîşekên hewayî hatin teqandin.

CREÎL: Welatparêz, şoreşger, demokrat, alîgirên Atilim û pêkhateyên HDK’ê li ber gar a bajarê Creîlê li hev civiyan û dest bi meşê kirin. Piştî meşê li navenda bajêr mîtîngek hate lidarxistin û daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de biryara dadgeha Belçîkayê ya li ser PKK’ê weke mînak hat nîşandan û hat xwestin, ev biryar di hemû dozên li vî welatî de weke mînak bê dîtin. Çalakgeran dan xuyakirin, ku navê PKK’ê ne bi rengekî hiqûqî, bi biryareke siyasî li lîsteya ‘rêxistinên terorê’ hatiye bicihkirin. Çalakgeran bang li Yekîtiya Ewropayê kirin, ku derhal navê PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ derxîne. Mîtîng bi gerandina govendê û qîrîna dirûşman qediya.

Dest bi meşa dirêj a 2 rojan kirin

Endamên Ciwanên Azad ên danê sibehê li bajarê Zug ê Swîsreyê kom bûn, ji bo protestokirina tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zihniyeta qirker a AKP’ê bi şîara “Bê Serok Jiyan Nabe” dest bi meşa dirêj a 2 rojan kirin. Nêzî 40 ciwanî tevlî vê meşa dirêj a doh saet 11.40’an dest pê kir bûn. Di roja yekemîn de piştî meşa 25 kilometreyî wê li bawarê Luzernê bin. 


NAVENDA NÛÇEYAN