7’emîn salvegera Şoreşa Rojava li paytexta Awusturya Viyana, bajarên Elmanyayê Munchen û Bonnê hate pîrozkirin.
Pîrozbahiya li Viyanayê ji aliyê Komîsyona PYD-Viyana ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hate lidarxistin. Ji çar parçeyên Kurdistanê Kurdistanî û dostên wan ên Ewrûpî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Piştî rêzgitrin û nîşandana sînevîzyonê, li ser navê PYD’ê axaftin li ser girîngiya Şoreşa Rojava hate kirin. Di pîrozbahiyê de gefên dagirkerî û dagirkeriya dewleta Tirk jî hate şermezar kirin. Piştre koma muzikê ya Rojava derkete ser dikê û pîrozbahî bi dawî bû.
Li Munchen û Bonnê jî şahî
Li Munchenê bi heman armancê NCDK’ê pîrozbahiyek li dar xist. Di pîrozbahiyê de qala girîngiya Şoreşa Rojava û encamên wê hate kirin. Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê jî hatin şermezarkirin. Pîrozbahî bi guhdarîkirina stranan bi dawî bû.
Li Bonnê jî Şoreşa Rojava bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan bi seyranekê hate pîrozkirin. Ligel ku polîsan zext kirin jî gelek Kurd û Elman beşdarî seyranê bûn.
Hêvîdar û Canda Mexemed Dildar di seyranê de stran gotin. Koma Rojava şanoyek pêşkêş kir û standa Heyva Sor a Kurdistanê rastî elaqeyeke mezin hat. Ahmet Aktaş di çalakiyê de qala Şoreşa Rojava kir. Aktaş li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk banga yekîtî û têkoşînê kir.
NAVENDA NÛÇEYAN