Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, bi wesîleya 1. salvegera damezrandina Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) çalakiyek hate lidarxistin. Pîrozbahî bi beşdariya pêkhateyên TŞYG’ê pêk hat. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya li ber sirûda enternasyonal û axaftina destpêkê, sînevîzyonek li ser têkoşîna TYŞG’ê hat nîşandan.  Dûre li ser navê tevgerê axaftin hat kirin û ji bo hilweşandina dîktatoriya faşîst û pêkanîna azadiya gelan banga xurtkirin û geşkirina têkoşîna hevpar a gelan hat kirin. Pîrozbahî bi stranên Kurdî û Tirkî û bi gerandina govendê qediya. 


 STÛTTGART