Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre Endama Yekitiya Star Leyla Bişar 8' emîn salvegera damezirandina Yekitiya Star li hemû jinên Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pîroz kir. Leyla destnîşan kir ku ev mehek nexweş bi ser gelê Kurd de hat, plangerên ku li dijî gelê Kurd planan lidardixin, bi komkujiya Parîsê careke din dilê gelê Kurd xemgîn kirin û 3'ê jinên Kurd bi hovane qetil kirin.  Piştre Cîgira Seroka Meclisa Bajarê Dirbêsiyê Minewer Fino axivî û got: '' Ez salvegera Yekitiya Star li jinan pîroz dikim, bila her kes bizane ku em bi rêxistina xwe ji her kesî re diyar dikin ku em dikarin xwe bi rê ve bibin. ''  


Li Kobanê pîrozbahî

Li gundê Derbazinê ya Kobanê Rêxistina Yekîtiya Star 8'emîn salvegera xwe bi civîna jinan pîrozkirin û di civînê de Komkujiya Parîsê jî hate şermezarkirin. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pêkir, piştre endama Yekîtiya Star Rumet Kobanê axivî. Rumet Kobanê Komkujiya Parîsê şermezar kir û li ser dîroka yekîtiya Star hin xalên giring anî ser ziman. Her wiha Kobanê da zanîn ku Yekîtiya Star tevî hemû zehmetiyan jî karîbû xwe bi rêxistin bike û meclisên jinan ava bike ta ku karibe rola xwe ya bi nirx di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de cihê xwe girt.
Di dawiya axaftina xwe de Kobanê ji hemû kesî xwest ku çalakiyên jinan li ber çav bigirin û bang li jinan kir ku xwedî li rêxistina xwe xwedî derkevin. 

  DIRBÊSIYÊ/KOBANÊ