Li Misrê serokê berê Husnu Mubarek ji aliyê gel ve hate dadgehkirin. Ev cara yekê ye li cîhana Ereban ku yek ji serok an jî desthilatdaran ji aliyê dezgehên dewletê ve tê darezandin. Her car serok bi derbeyek eskerî an jî bi mirina xwedê ji ser textê iqtîdarê dihat xwarê. Tu serok an hakimên Ereban bi hilbijartinan an jî bi istîfayê nehatine xwar.
Dadgehkirina Mubarek û serokê Tûnisê yê reviyayî Bin Elî, ji bo tevahiya cîhana Ereban bûn mînak.
Li Sûriyeye hîna serhildana gel berdewam e. Hêzên artêş û istixbaratê bi dijwarî êrîş birin ser bajarên Hema, Dêr El-Zor, Humis û Ebû Kemalê. Di encama van erîşan de bi sedan sivîl hatin kuştin. Propagandaya hikûmeta Şamê dibêje „Hêzên çekdar ev herem girtine dest xwe û artêş dixwaze gel rizgar bike û van hêzên çekdar têk bibe“!. Weltaiyên li van hereman vê yekê red dikin û dibêjin serhildana wan sivîl e û ewê xwepêşandanên xwe yên li dijî rejîmê bidomînin.
Rejîma Esed tercîha şer û kuştinê dike. Ew tevî hemû nerazîbûnên navnetewî êrîşên xwe dewam dike. Esed dizane ku gelê Sûriyeye desthilatdariya wî naxwaze û armanca dawî ya van xwepêşandanan têkbirina rejîma wî û xistina wî ya ji ser textê desthilatdariyê ye.
Esed li himberî serhildana gelê Sûriyeye stratîjiya xwe li ser 2 xalan danî ye.
Yekem: Bikaranîna dijwariyek nedîti û kuştina bi sedan an bi hezaran ji xwepêşandêran. Divê li hemberî xwestekên welatiyan bersiva desthilatdariyê gule û tank û top bin. Divê çavsoriyek mezin were nîşandan. Divê tu carî sistî li himberî daxwazên azadî û demokrasyiê neyê xuyakirin. Divê gelê Sûriyeye tu carî bawer neke ku ewê bi xwepêşandanan karibe mînaka Tunis û Misir dubare bike û rejîma Esed têk bibe. Pêwîste gel bizanibe ku alternatîva Esed kuştin û xwînrijandin e. Bi gotinek din, divê mînaka Sûriyeye ji ya Lîbiyayê xerbtir be. Ji vê yekê zêdetir, divê gel bi tank û topan bête terorîzekirin û li hijmara kuytiyan qet neyê pirsîn. Dikarin taxên kamil birûxînin û bi sedan sivîl bikujin. Mînaka li Hema ya sala 1982 an dikare carek din bête dubarekirin, lê vê carê ne tenê li Hemayê, lê li her herema ku li diji Esed serî hildide.
Eger mirov li xarîteya êrîşan binêre, mirov dibîne ku artêşa Esed 3 wilayet tam kirine hedef. Ev welayet jî Derra, Humis û Dêr El-Zor in. Xelkên van her 3 wilayetan di rejîma Esed de cihê xwe digrin û bi hezaran di nava artêşê de efserên wan hene. Ev yek jî nîşan dide ku Esed dijwarî tercih kiriye û li hemberî xwestekên azadî û demokrasayê amede ye her kesî mahif bike. Eger ev efser li dijî komkujiyên ku artêşa Esed li dijî xizim û mirovên wan pêktîne, serî hilidn, dê yekser werin tesfiyekirin. Jixwe hêza bingehîn ya artêşê ( Hêza 4 an û Heres El-Cimhûrî) hemû esker û efser ji kêmmezheba Elewiyan e û girêdayî birayê Esed û kurxal û kuramên wî ne.
Esed pîlan dike ku kêmezheba Elewiyan bi xwe ve girêbide û bi bahaniya „Hêzen çekdar yên Sunniyan ku dixwazin dewletek olî ava bikin“, wan li dijî serhidanê bikar bîne. Eger efserên Elewiyan li dijî Esed derbeyek eskerî pêkneyin, tu carî artêş nikare li himberî desthilatdariya wî serî hilde. Ji bo van efseran bi xwe ve girêbide, Esed efserên Sunnî yên ji Humis, Derra û Dêr El-Zorê tesfiye dike û artêşê tam dike yekreng.
Hin agahî dibêjin, dê efseren payebilind yên ji kêmmezheba Elewiyan di dawiya dawî de derbeyek eskerî li dijî Essed û birayê wî Mahir pêk bînin. Esed niha bi van komkujiyan elewiyan dike dijminên tevahiya gelê Sûriyeye. Ev yek jî divê dawî lê bête anîn. Esed bi qasî ku hesabê Elewiyan dike, hesabê tevahiya gelên din yên Sûriyeye nake.
Duyem: Rejîma Şamê alîkariyek madî û manewi ji Îranê digre. Esed heta niha li gorî hinek çavkanî 6 milyar dolar ji Iranê wek alîkarî girtiye. Tê gotin ku Tehranê ji Bexdayê û rêvibiriya El-Malikî xwestiye ku 10 milyar dolar bidin Esed da karibe li himberî serhildana gel li berxwe bide. Her weha tê gotin ku artêşa Îranê bi xwe jî li Sûriyeye êrîşan dibe ser sivîlan û wan dide ber guleyan. Alîkariya Îranê û desteka Rûsiya û Çînê, Esed li hemberî serhildana gel xurt dike û destûrê dide wî da ku vê êrîşê û van komkujiyan bidomine.
Jixwe bêdengiya welatên Ereban jî helwesta Esed xurt dikin. Ew her weha bawer dike ku tenê kuştin û dijwarî dikare rê li ber rûxandina rejîma wî bigre û nehêle ew rojekê mîna Husnu Mubarek bête zindankirin û milk û malê wî hemû jê bête stendin.  Ji ber hindê dê Esed prosesa kuştinê bidomîne û hîna kûr here. Di vê yekê de ew qet dudil nabe…