Li gorî çapemeniya Sûriyeyê, şêwirmendê çapemeniyê yê Serokdewletê Sûriyeyê Dr. Bûtina Şaban, li hember helwesta Tirkiyeyê li hember Sûriyeyê wiha axivî, “Heke, wezîrê derve yê Tirkiyeyê, dê peyamên tund bigihîne Sûriyeyê, Tirkiye jî, dê bersivek tund werbigire.”
Şêwirmendê Esed, diyar kir, heke Tirkiyeyê, xwe tevlî “karê hundir” ê Sûriyeyê neke, dê hertim têkiliyên Sûriye û Tirkiyeyê bi awayekî dostane bimeşe, ji ber ku Sûriyeyê, hemû mudaxeleyên herêmî û navneteweyî bo karê navxweyî red dike.
Li gor komelên mafên mirovan, bi kêmî ve 53 kes hatin kuştin, dema hêzên hikûmeta Sûrî hêriş kirin ser bajêrên Dîr El Zûr û Hûleh.
Komelên mafên mirovan radigihînin ku bi kêmî ve 42 kes roja Yekşemê li bajêrê Dîr El Zûr, li rojhilata welatî, hatin kuştin. Ew komele herwiha radigihînin ku 13 kesên din li bajêrê Hûleh li naverasta welatî hatin kuştin.
Li van du bajaran, xwepêşandan hatibûn kirni li dijî desthilata zordara Serokê Sûrî Beşar El Esed.

Ji welatên Erebî bang
Welatên Erebî li kendavê bêdengiya xwe bi dawî anîn sebaret xwîn rêtinê li Sûriyeyê. Civata Hevkariya Kendavê roja Şembî di belavnamekê de daxwaz kir ku demûdest zêdegavî bêne rawestandin û gohrînkariya cî bi cî bikin. Ev civata hevkariyê ji van welatan pêktêt, Behrên, Kuwait, Oman, Qeter, Erebistana Saudî û welatên mîrgehêt Erebîyên Yêkgirtî.
Ev belavnama şeş welatan hatedan piştî Emerîka, Frensa û Almanya sozek da ku hizra xwe di hindek rêkên nû de biken bo piştevaniya gelê Sûrî û sengiyê bikene ser Serokê Sûrî Beşar Esad.

Roja Eynî Seraya Spî di belavnamekê da got Serokê Amerîkî Barack Obama di gel Serokê Frensî Nîcolas Sarkuzî û Şîretvana Almanî Angela Mêrkel axift. Di bêjît hersê rêbera nerazîbûna xwe diyar kir li ser zêdegaviya dijî gelê Sûrî. Roja înê bi hizaran Sûriyan rêveçûn kirin ku di bîte yêkemîn roja înê di meha Remazana pîroza misilmanan de. Ew xwenîşandan li Şam, Homisê, Dara’a, Deir el-Zuor û li bajêrên dî hatne kirin.

ŞAM