Li gor nûçeya di malpera Yuksekovahaber de hatiye weşandin, şampiyonê Tirkiyê yê milî yê tîravêj (okçu) Serdar Mecît li Kobanê tevlî şervanên YPG´ê bû. Şampiyonê Tirkiyê yê di 17 saliya xwe de ji her du lingên xwe seqet bûye, di 30 saliya xwe de bû şampiyonê Tirkiyê yê milî yê avêtina tîran. Tîma ku berê Mecît tê de dilîzt 5 caran bûye yekemîn ê Tirkiyê. Piştî ku êrişên li dijî Kurdên Rojava zêde bûn, Serdar Mecît diçe Kobaniyê û di hêzên asayîşê de cîh digre. Mecît li motorbisiklêta xwe siwar dibe û bi çeka xwe li nava bajêr dewriye digere. Li gor nûçeyê birayekî Mecît jî berê di nav refên PKK´ê de jiyana xwe ji dest daye.


Şerê me pîroz e

Macît derbarê tevlîbûna xwe ya nava YPG´ê de wiha got: "Ji bo min rûmetek e ku îro ez li nav hêzên YPG´ê ku li dijî êriş û neheqiyan têdikoşe cîh digrim. YPG ji bo mirovahiyê têdikoşe. Ez ji beşek bedena xwe astengdar im. Lê ruhê min saxlem e. Ev der jî cihê wan kesan e ku dilê wan û ruhê wan saxlem e. Ji ber vê ez jî îro li virim."

Ev der wê bibe goristana wan

Serdar Mecît yê di lêdana nîşanê de şampiyonê Tirkiyê ye, di şer de jî heman performans nîşan dide. Li ser şerê li Kobaniyê Mecît wiha dibêje: "DAIŞ bi çekên giran êriş dike, lê bê pîvan in. Em hêzek profesyonel in û pîvanên me hene. Ji bo mirinê tên û em jî wan dikin gorê. Emê Kobanê ji bo wan bikin goristan. Mecît li motorbisiklêta xwe siwar dibe çend hevalên xwe jî dide gelxwe û li nava bajêr dewriye digere.

NAVENDA NÛÇEYAN