Lê diyar e dewleta Tirk ji vê yekê bêzar bû. Parlamenterê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) yê parlamentoya Iraqê Ferhad Qadir derbarê astengkirina wan a ji bo çûna Tirkiye û bakûrê Kurdistanê de ji RojNewsê re wiha got: “Biryar bû em duh weke şandeke YNKê li parlamentoya Herêma Kurdistan, Iraq û civata parêzgeha Silêmaniyê, ji bo piştiriya xwişk û birayên xwe yên li bakûrê Kurdistanê di dergehê sînor ê Brahîm Xelîl re derbasî Bakûr bibin. Lê mixabin ji ber Tirkiyê bi rêya konsolxaneya xwe ya li Hewlêrê pêşiya me girt û vîze nedan me, pêşî li me hat girtin ku em serdana bakûrê Kurdistanê bikin.”
Ferhad Qadir di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Em li ser piştgiriya xwe ya ji bo HDP û tevgera azadîxwaz a kurd li bakûrê Kurdistanê berdewam in. Em piştrastin wê vîna azadîxwaz a neteweya me li bakûrê Kurdistanê serbikeve. Dijberiya Erdogan û dostên wî, neku wê bandorê li pêşveçûna vî karwanî bigirin; belkî wê bibe sedem ku em hîn zêdetir piştgiriya xebata xwişk û birayên xwe yên li bakûrê Kurdistanê bikin.”
Endamê şanda YNKê ku biryar bû serdana bakûrê Kurdistanê bike, Ferhat Qadir di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Mixabin li gor yasayê rojane sedan kes vîzeya vî welatî werdigirin, lê ji bo me hatiye qedexekirin.”
Heftiya borî şandeke 42 kesî ya YNKê serdana bakûrê Kurdistanê kir û ligel berpirsên HDPê dest bi xebatên hilbijartinê kirin. Herwiha parlamenterê YNKê Ferhad Sengawî jî ji bo piştgiriya HDPê li bakûrê Kurdistanê ye.
HUŞMEND KURDÎ/ROJNEWS/HEWLÊR