Piştî têkbirina çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rizgarkirina Baxozê, gelek hevdîtinên dîplomatîk ên payebilind di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dewletên Ewrûpa û cîhanî de çêbûn.
Tê payîn şandeyeke ewrûpî bi awayekî fermî di nava çend rojan de serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Li gorî agahiyên çavkaniyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane, di demên dawî de Rêveberiya Xweser xebatên dîplomasiyê li Ewrûpa û cîhanê zêde kirine da ku nûnertiya Rêveberiya Xweser di komîteyên destûra Sûriyê de bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî,Rêveberiya Xweser bikeve nava nîqaşên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê.
Heman çavkaniyê diyar kir ku tê payîn di nava çend rojên pêş de şandeyeke ewrûpî serdana herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.
NAVENDA NÛÇEYAN