Du şandeyên Fransî û Swêdî yên ev çend roj e li Kantona Cizîrê ya Rojava ye, li Dêrik û Qamişlo hevdîtinan pêk anîn, li Amûdê bi Meclîsa Rêveber a Xweseriya Demokratîk (hikûmet) re cuda cuda hatin cem hev.

Di hevdîtina yekemîn de endamên şandeya IFPO Serokê Meclîsa Rêveber a Herêma Cezîrê Ekrem Hiso, herdû cîgerên wî û serokên hin desteyan (wezaret) amade bûn. Endamên şandeyê di hevdîtinê de ji rayedaran derba    rê avakirina rêveberiya xweseriya demokratîk, pêkhateyên rêveberiyê de agahî girtin û têkildarî îdîayên ku dibêjin rêveberî ya PYD’yê pirs pirsin.
Serokê Meclîs û serokên desteyan jî, derbarê êrîşên komên çete yên li ser herêmê, girtina sînoran, ambargoya tê domandin û şêwaza avakirina rêveberiya xweseriya demokratîk de agahiyên berfireh dan. Endamên meclîsa rêveber, bal kişandin ku projeya rêveberiya xweser ji aliyê PYD’ê ve hatiye pêşniyarkirin û piştî nîqaş û gotûbêjan ji aliyê pêkhateyên herêmê ve bi erênî hatiye pêşwazîkirin. Di encama hevdîtinan jî rêveberî ji aliyê gelek partiyên siyasî, rêxistin, saziyên sivîl û kesayetên ji pêkhateyên herêmê ve hatiye avakirin.
Endamên şandeya Firansî derbarê rêveberiyê de kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kirin ku ew dixwazin nûnertiya IFPO li herêmê vekin. Endamên şandeyê destnîşan kirin ku ew dixwazin di warê rêveberiyê de alîkariyê bikin û tecrubeyên xwe parve bikin. Di dawiya civînê de Serokê Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê Ekrem Hiso got ku dê daxwazên şandeyê nîqaş bikin û piştre bersiva wan bidin. Instîtûtya Rojhilata jêrîn a Firansî navenên xwe li Sûriyê, Urdin, Filistîn û Herêma Başûrê Kurdistanê vekiriye.
Hevdîtina 2’yemîn jî bi şandeya Parlamentoya Siwêdê a di bin serokatiya Cebar Emîn ku bi eslê xwe ji kurdên Başûrê Kurdistanê ye de re pêk hat.
Endamên şandeyê diyar kirin ku ew bi armanca nasîna projeya rêveberiya xweseriya demokraîk hatine herêma Cezîrê. Di hevdîtinê de Serokê Meclîsa Rêveber Ekrem Hiso rêveberiya xweseriya demokratîk û hevpeymanca civakî ji şandeyê re şîrove kir. Hiso, got ku rêveberiya xweseriya demokratîk ji aliyê hemû pêkhateyan ve hatiye damezirandin û bingeha xwe ji hêza civakê girtiye. Di civînê serokên hin desteyan jî derbarê kar û xebatên ku dê pêk bînin de agahî dan.

AMÛDÊ