Şandeya Partiya Çep a Alman ku hatiye Rojavayê Kurdistanê serdana Navenda Desteya Karûbarên Şehîdan a Kantona Cizîrê kir û piştre çû serdana Goristana Şehîd Delîl Saroxan, Meclîsa Dadê, Heyva Sor a Kurd ên li bajarê Qamişlo û bi rêveberên Rêxistina Alîkariyan a Rojava re hevdîtin kir.

Di serdana navenda desteyê ya li bajarê Amûdê de, Serokê Desteyê Rêzan Gulo, herdu cîgirên wî Hiêsn Şeref û Lîna Yûsif bixêrhatina şandeyê kirin. Endamên şandeyê makanîzmeya çawaniya peydakirina pêdiviyên malbatan, têkiliyên desteyê bi malbatên tekoşeran pirsîn Paşê endamên şandeyê berê xwe dan bajarê Qamişlo da ku bêhtir sîstema Rêveberiya Xweser nas bikin û raporekê berfireh derbarê rewşa saziyên rêveberiyê û pirsgirêkên siyasî, aborî û hîndekarî ku li pêşiya xebatên Rêveberiya Xweser dibin astengî amade bike.

Li Qamişlo şande tevî Rêzan Gulo, Endama Meclîsa PYD’ê ya Ewrûpayê Bêrîvan Yûsif çûn Goristana Şehîd Delîl Saroxan. Li wir ji aliyê xizm û malbatên tekoşeran hate pêşwasîkirin.

Endamê Partiya Çep a Alman Martin Dolzer axivî û got: “Şehîdên şoreşa Rojava li hemberî komên terorîst ên DAIŞ’ê û hevalbendên wê, jiyana xwe feda kirin. Ew şehîdên azadiyê ne. Ew ji bo parastina tevahiya mirovahiyê şehîd ketine. Wê hertim di dilên me de bin û tu caran em wan ji bîr nakin.”

Yek ji endamên şandeyê Michelle Canape jî derbarê rola tekoşeran de wiha got: “Em li vir, li goristana şehîdan in. Ev ne tenê şehîdên Kurdistanê ne, em wan wekî şahîdên tevahiya cîhan û mirovahiyê dibînin. Çeteyên DAIŞ’ê ku ev şehîd li hemberî wan sekinîn, dijminên tevahiya mirovahiyê ne.” Canape bang li tevahiya cîhanê kir ku piştgiriya şoreşa Rojava bike û ev şoreş wekî tecrûbeya nû ya guhertina cîhanê bi nav kir û destnîşan kir ku dê karibe cîhanê ber bi demokrasiya rasteqîne ve bibe.Endamên şandeyê li goristana di nava gorên tekoşeran re yek bi yek geriya. Paşê berê xwe da Qada Şehîdên Navnetewî ku li nîva bajarê Qamişlo tê tamîrkirin û dê wêneyên tekoşerên biyanî lê werin daliqandin, da ku li projeyê binêrin û wekî wê li Almanyayê jî çêbikin. Piştre şande çû Navenda Meclîsa Dadê û ji aliyê berpirsên Desteya Dadê û Meclîsa Dadê hat pêşwazîkirin. Şandeya Partiya Çep a Alman xebatên Meclîsa Dadê ji nêz ve şopand û li makanîzmeya karê wan pirsî.Herî dawî endamên şandeyê çûn serdana Navenda Heyva Sor a Kurd a li Qamişlo. Li wir bi rêveberên Rêxistina Alîkariyan a Rojava, endam û rêveberên Heyva Sor civiyan. Li wir jî pirsgirêkên ku li pêşiya xebatên wan dibin astengî hatin gotûbêjkirin.Şandeya Alman piştî ku serdanan xwe yên li Qamişlo bidawî kir, careke din vegeriya bajarê Amûdê da ku serdanên xwe li kantonê dewam bike.  


 QAMIŞLO