Nerazîbûna li hemberî serdegirtina buroya REPAK’ê di 5’ê Hezîranê de Hewlêr her diçe zêde dibe. Her di vê çarçoveyê de piştgiriya ji bo REPAK’ê li herêmê û warê navneteweyî zêde dibe. Di vê çarçoveyê de ji aliyê 148 çalakvan û rêxistinên jinan ên cîhanê ve deklerasyonek ji bo piştgiriya REPAK’ê hat amadekirin.

Doh li bajarê Silêmaniyê şanda REPAK’ê a ji rêvebera REPAK’ê Meral Çîçek û her du endamên REPAK’ê Roza Talanî û Pelîn Yilmaz, çû serdana Berpirsê Rêxistina Civaka Sivîl li parlamentoya Herêma Kurdistanê Salar Mehmûd. Şanda REPAK’ê di serdanê de ji bo ev deklerasyon bigihîje cihê peywendîdar û berpirs ên hikûmeta Herêma Kurdistanê, deklarayon radest kir. Her weha parlamenter Salar Mehmûd jî ji şandê re diyar kir ku ew ê vê dekalarasyonê bigihîne destê cihên peywendîdar û berpirs.


‘Hemû astengiyên li pêşiya xebatên REPAK’ê rakin’

148 rêxistin û çalakvanên jin di deklerasyona piştgiriya bi REPAK’ê re bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku hewldanên xwe yên nedemokratîk ên li dijî REPAK’ê bi dawî bike.

Rêxistin û çalakvanên jin di deklerasyonê de dibîjin, “REPAK rêxistinek e ku der barê rewşa jina Kurd de ya ku bi berxwedana xwe bandorker e li ser jinên cîhanê, raya giştî ya navneteweyî agahdar dike û li vê meydanê bo roleke giring radibe. Em bang li we dikin da ku hûn destekê bidin vê yekê û hemû astengiyên li pêşiya xebat û çalakiyên REPAK’ê rakin.” 


 ROJNEWS/SILÊMANÎ