Hevseroka Giştî ya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) Sînem Mihemed, Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah, Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl û Nunerê PYD’ê yê Herêma Kurdistanê Cafer Hanan pêk dihat, ji aliyê Berpirsê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar, Berpirsê Peywendiyên Derve yê YNK’ê Mehmûd Hecî Salih ve hat pêşwazîkirn. Hevdîtin, li avahiya Mekteba Siyasî ya YNK’ê ya li Silêmaniyê pêk hat. Hevdîtina ji çapemeniyê re girtî pêk hat bi qasî saetekê berdewam kir. Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de rewşa rojavayê Kurdistanê bi giştî hat gotûbêjkirin.
Piştî civînê Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Muhemed derbarê hevdîtinê de axivî û diyar kir ku wan xwest nêrîn û pêşniyarên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê derbarê rewşa rojavayê Kurdistanê de bigirin. Sînem Muhemed derbarê girtina deriyê sînor de agahî da û destnîşan kir ku ev pirsgirêk di nava PDK’ê de ye û wiha got: “Em hêvîdar in ku di demek kurt de were vekirin.”
Sînem Muhemed bal kişand ser rewşa aborî û siyasî ya rojavayê Kurdistanê û da zanîn ku bi taybet di warê aborî de pirsgirêk hene. Sînem Muhemed destnîşan kir ku deriyê sînorê Rojava ji bo gelê Rojava weke nefesek bû û wiha got: “Li gel hemû astengiyan gelê me li Rojava berxwedaneke bêhempa dimeşîne.”
DÎHA/SILÊMANÎ