Bi tevlîbûna Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah û Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl li paytexta Îngilîstanê Londonê semînerek hat lidarxistin. Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah û Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (Aldar Xelîl) beşdarî semînereke li Peymangeha Melîkî ya Têkiliyên Navneteweyî ya Londonê (Chatham House) bûn. Semîner bi sernavê “Hikûmeta herêmî ya Rojava û bersiva navneteweyî” hate organîzekirin. Di semînerê de rûdan û pêşketinên li Rojava yên di warê siyasî, civakî, sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û şerê li dijî terorê ku YPG/YPJ didin meşandin hatin gotûbêjkirin. Tê payîn ku Asya Abdullah û Aldar Xelîl bi rayedarên hikûmeta Îngilîz re jî hevdîtinên girîng pêk bînin.
LONDON