Heyeta ji Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, ji fermandarên YPJ’ê Shaha Abduh û Hevserokê KNK’ê Rêbwar Reşîd û endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya KNK’ê Yilmaz Orkan, li Afrîka Başûr hevdîtinan dike.

Heyetê bi Alîkara Wezîrê Karên Derve Nomaîndiya Mfeketo, Wezîrê Hawirdorê û Berprisyarê Têkiliyên Derve yê ANC’ê Edna Molewa, Şêwirmendê Sereke yê Serokdewlet û Wezîr Ebrahîm Ebrahîm, endamên Komîsyona Têkiliyên Derve û Xebatê ya ANC’ê ya Parlamenta Afrîka Başûr re hevdîtin kir. Di hevdîtinan de, ji bo naskirina statuya Rojava û avakirina Sûriyeya demokratîk daxwaza alîkariya navneteweyî hat kirin.

Heyetê her wiha bi endam û alîkarên dadgeha destûra bingehîn û dadgeha bilind re jî  hevdîntin kir.


Daxwaza azadiya Ocalan

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û Fermandara YPJ’ê beşdarî civîna Hiqûqnasên Demokratîk ên Afrîka Başûr (NADEL) bûn. Di civînê de parêzerê lîderê efsanewî yê Afrîka Başûr Nelson Mandel dadgerê Dadgeha Bilind Essa Moosa jî amade bû û qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Moosa xwest, Ocalan azad bibe.

Fermandara YPJ’ê jî qala têkoşîna jinê kir û beşdar vexwend Rojava.

Muslim jî da xuyakirin, ku ew ji bo afirandina civakeke pirrengî û demokratîk li Rojava têdikoşin.

Hevserokê KNK’ê Rêbwar Reşîd jî qala têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê kir. 


 NAVENDA NÛÇEYAN