ÎSMAÎL ÎBRAHÎM / ROJ NEWS/ŞENGAL
Şandeyek ji MXDŞ’ê (Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê) pêr çû serdana parêzgaha Musilê û bi waliyê Musilê Mensûr Merîd re hevdîtinek pêk anî.
Di nav şandeyê de nûnerên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, fermandarên YBŞ’ê û YJŞ‘ê hebûn. Naveroka civînê li ser avakirina îdareya Şengalê bû. Her wiha şande nêrîn û pêşniyazên xwe pêşkêşî waliyê Musilê kirin.
Nûnerê MXDŞ’ê Faris Herbu der barê hevdîtina li gel waliyê Musilê de axivî û got; “Em wek MXDŞ ev 5 sal in ketine xizmeta Şengalê û heya niha bi berdewamî û bê rawestan em xebatên xwe didin meşandin. Ji ber ku hikûmet li Şengalê de nebû me ev velahî dagirt me ewlehiya Şengalê çêkir û li hemû Gundên Êzîdiyan me Şeredarî ava kirin, armanca Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ew e ku pêkve jiyana azad çêke û hemû pêkhateyan li hev komke û cereke din pêkheteyên Şengalê pêkve bin û xelkê me yê koçberbûyî bê ferq û cudahî vegerînin ser cih û warên wan. Eger îdereya Şengalê were avakirin pêwîst e ku ji aliyê gel ve bê hilbijartin ji ber ku yên li ser vê erdê em in.”