Şandeke ji rêveberên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK´ê pêk tê ji bo hin serdanan li bakûrê Kurdistanê ye. Şandeya ku têde Berpirsê Desteya Kargêrîya Polîtbîroya YNKê Mela Bextiyar û nûnerê YNK´ê yê Enqerê Behruz Gelali jî hene, pêr di riya deriyê Îbrahîm Xelîl re derbasî Bakûrê Kurdistanê bû. Rêveberên YNK´ê piştî hin serdanan çûn serdana şaredariya bajarê mezin yê Amedê. Şaredarê bajarê mezin yê Amedê Osman Baydemir û Namzetên hevserokatiya şaredariya Amedê yên BDPê Gultan Kişanak û Firat Anli, parlementerên BDPê Adil Zozanî, Îdrîs Baluken, Nazmî Gur û namzetê şaredariya Mêrdînê Ahmet Turk û ferdên malbata Necmettîn Buyukkaya di pêşwazîkirina şandeyê de amade bûn. Di serdanê de ragihandina kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, konferansa Cenêv 2, têkiliyên navbera YNKê û BDPê û pêvajoya aştiyê hatin nirxandin.


Îro ji doh çêtir e

Şaredar Osman Baydemir di axaftina xwe de ji ber serdana şandeyê kêfxweşiya xwe anî ziman û balkişand ser tifaqa navxweyî ya Kurdan. Baydemir wiha got: "Kar û xebatên netewî her roj baş dibin. Em îro ji doh baştirin û sibê dê ji îro baştir be. Ev sedsal wê bibe sedsala Kurdan. Gelê Kurd bi azadiya xwe re wê azadiyê ji tevahiya gelên li herêmêre bîne." Baydemir anî ziman ku azadî bi tifaqê çêdibe û destnîşankir ku çavên hemu cîhanê li ser Rojava ye. Baydemir wiha got: "Tevahiya gelê Kurd ji rûdanên li Rojava kêfxweşin û heyecan digrin. Ev azadî û destkeftî bi saya tekoşîna Şêx Saît,  Seyît Riza, Melle Mustafa Barzanî, Mazlum Doğan, Necmettin Büyükkaya û Sakîne Cansiz pêk hatine. Em mînetdarê van pêşengan in. Baydemir got, xwezî siheta serokkomarê Iraqê Celal Talabanî baş bûya û ew jî îro di pêvajoya çareseriyê de rol bigirta. Pêwîstiya gelê Kurd bi tecrûbe û zanebûna wî heye."

Hêsta netewî çêbûye

Nûnerê polîtburoya YNK´ê Mele Bextiyar jî di axaftina xwe de anî ziman ku heyecan û şoreşa li bakûr bûyî li başûr ji nêz ve hatiye şopandin û navên gelek zarokan kirine Amed. Bextiryar wiha got: "Em her dayîm bi heyecan li vir dinêrin, 20 sal berê Amed bajarekî wêran bû, lê îro rêveberên vî gelî bajêr pir xweş kirine." Bextiyar di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna netewî ya Şêx Ubeydullahê Nehrî di dîroka Kurdistanê de û got: "Wê demê dijminên Kurdan dibêjin hun nikarin xwe birêve bibin û polîtîkayên dagirkeriyê dimeşînin." Mele Bextiyar destnîşankir ku ew polîtîkayên dagirkeriyê êdî li dawiyê mane û gelê Kurd li çar beşan jî xwe bi rêve dibe û pêwîstiya wî bi kesî nîne. Bextiyar anî ziman ku gelê Kurd hêza çaremîn ya mezin a herêmê ye û got, heta gelê Kurd maf û azadiyên xwe bi dest nexe li Rojhelata Navîn asayîbûn û azadî pêk nayê.

´Emê Ocalan pêşwazî bikin´

Bextiyar di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya çareseriyê jî û got, em girîngiyê didin pêvajoya çareseriyê, lê ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê guhertinên qanûnî bêne kirin û birêz Ocalan azad bibe. Nûnerû YNKê destnîşankir ku wekî partî ew li bendê ne ku roj bê û li Amedê Ocalan pêşwazî bikin. Li ser rewşa tenduristiyê ya Celal Talabanî jî Bextiyar got, her roj li gor berê rewşa tenduristiya wî baştir dibe. Di bin şavdêriya dixtoran de ye. Piştî hevdîtinê şaredar Baydemir plaketa ku li ser wêneyê sûrên Amedê heyî û pirtûka Eyşe Şand da nûnerê YNKê Mele Bextiyar.

AMED