Şandeyek ji rêxistina UNICEF ji bo şopandina rewşa koçberan, serdana Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê kir. Şande ji Endamê Kordînasyona Rewşên Awerte Hîşam Cobelî, Rêvebirê Buroya UNICEF Radu Slav Rzihak, Berpirsiyara Tenduristiyê Israi El-Xelef, Berpirsiyarê Ewlehiyê Basil Deqeş û berpirsyara Parastina Zarokan Hêlên Niyangoya pêk tê .

Şande ji aliyê Hevseroka Meclîsa Tenduristiyê Ancêla Reşo û Mihemed Nûr, Serokê Komîteya Rîxistinî ya Meclîsa Tenduristiyê Neşet Zêbaro , Serokê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk  Azad Sebrî ve li gundê Çetel Çetel Ziyaret ê navçeya Şêrawa pêşwazîkirin û ji vir ber bi navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê ve derketin rê. Tê payîn ku şandeya UNICEF serdana Desteya tenduristiyê,  Meclîsa Tenduristiyê, Dibistan, kampên Rûbar û Şehbayê bikin.


 ANHA/EFRîN