Hêzên destwerdanê yên Hêzên Ewlehiya Hundirîn duh li herêma El-Besîra ya bejahiya rojhilatê Dêrazorê, şaneyeke DAIŞ`ê girt. Şane ji 6 çeteyan pêk dihat û dema hêzên ewlehiyê liv û tevgera wan şopand û agahî kom kirin, ew girtin.
Di heman demê de Hêzên Ewlehiya Hundirîn li herêmê kargeha çêkirina teqemeniyan tespît kir, dor lê girt û made kirin destê xwe. Li ser bûyerê belge jî bi dest xistin.
Hêzên Ewlehiya Hundirîn pêngava xwe ya lêgerîna li şaneyên çeteyên DAIŞ`ê yên li herêmê dewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN
Endamekî asayîşê şehîd bû
Li Qamişlo doh erebeyeke bombebarkirî hat teqandin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî teqîna li taxa Erbewî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn wiha ye:
"Roja yekşemê 18‘ê Tebaxê saet li 08:35‘an wesayîteke bombebarkirî li taxa Erbewî ya bajarê Qamişlo teqiya. Çeteyan bi taksiyeke bombebarkirî peymangeheke perwerdeyê kirin hedef. Di encama teqînê de endamekî hêzên me gihîşt şehadetê û 2 jî bi sivikî birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN